Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan bangî Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku demildest li hev bikin.
Serkan Ramanli beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê yên derbarê rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bersivandin.
Ramanli diyar kir ku rewşa Kurdên Sûriyeyê ne baş e û ji ber lawaziya siyasetê ketine ber metirsiyeke mezin.
“24 barhilgir gihiştin Kobaniyê”
Serkan Ramanli da zanîn ku ew dixwazin alîkariya xelkê Kobanî, Heseke û Qamişloyê bikin û got:
“Îro xelk di nav şerê dewlet û rêxistinan de maye û lazim e em wan ji bin vê mexdûriyetê derxin.
Em wekî HUDA PAR û wekî saziyên sivîl ên Tirkiyeyê niha xebatên xwe didomînin.
Îro li ser rêya Helebê ti astengê tune ye. Doh 24 kamyon (barhilgir) gihiştin Kobaniyê.
Înşalah ez hêvî dikim bi sedan barhilgirên din jî bigihîjin.”
“Divê HSD û Hikûmeta Sûriyeyê li hev bikin”
Ramanli bal kişand ser rewşa giran a zivistanê û tunebûna av û karebayê û bangî aliyan kir:
“Ji ber vê yekê em bangî hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê jî dikin; rojek berî rojekê li hev bikin.
Marîfeta xwe ya siyasî deynin holê û gelê me mexdûr nekin.
Ew kesên ku îro berê tivingên xwe didin hevdû, ew tev bixwe jî ji mexdûrên Esad in.
Îro lazim e li hev bikin, hevpeymaniyekê deynin da ku gel jî ji ber van nakokiyan û şer û pevçûnan mafên wan bin pê nebin.”
“Sînorên Sykes-Picot ne sînorên wîjdana me ne”
Ramanli li ser pirsa helwesta HUDA PARê ya li hemberî êrişên li Rojavayê Kurdistanê, bi gotinên hestyar bersiv da û got:
“Îro sînorên Sykes-Picot sînorên dewletên me ne ku em tê de dijîn, ne sînorên wîjdana me û ne sînorên hişmendiya me ne.
Em tev yek in, em bi hev re ne, êşa me yek e. Dema ku em bi êşa xwe neêşin, naxwe Kurdayetiya me jî, mirovatiya me jî, Misilmanetiya me jî derew e.”
“Şiklê hikûmetê ne ayeta Xwedê ye”
Ramanli li ser pirsa “Gelo hûn piştgiriyê didin ku otonomî ango xweserî li Rojavayê Kurdistanê hebe?” nêrîna partiya xwe wiha anî ziman:
“Biryara Hikûmeta Sûriyeyê di destê xelkê Sûriyeyê de ye; çi Ereb, çi Kurd, çi Elewî û çi Sunî.
Şiklê hikûmetê û birêvebiriyê ne ayetên Xwedê ne. Car heye hikûmeta navendî lazim e, car heye otonomî, car heye wekê Kurdistana Îraqê federalîzm.
Bi çi awayî be bila bibe, divê Kurd û hemû pêkhate bi rûmet, bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe û bi statuya xwe bijîn.
Ev karekî hêsan e, divê her kes guh bide wîjdana xwe.”
Mijara tevlîbûna HSDyê ya nav Artêşa Sûriyeyê
Derbarê îhtimala tevlîbûna HSDyê ya nav Artêşa Sûriyeyê de jî Ramanli got:
“Em ne bi çavê neyarê xwe li hevdu binêrin. Çavê me heye, em li ser vê axê dijîn
Mafê me hemûyan heye. Ger em hevdu mixatab negrin, em di heq û hiqûqê xwe de miqate nebin, hizûr û xweşî ne ji me re heye, ne ji mixatabê me re heye.
Kurd lazim e nîşan bidin ku ji aliyê siyasî ve jî qabiliyeta wan heye û hunera xwe nîşan bidin.
Ne bi rêya şer û pevçûn û kuştinê; bi rêya muzakere û siyasetê mafê gelê xwe biparêzin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse