Serok Barzanî: Serkeftina şervan û Pêşmergeyan a li Kobaniyê serkeftina hemû Kurdan bû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Kobanî Rojavayê Kurdistanê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera 11emîn têkşikandina terorîstên DAIŞê ya li Kobaniyê peyamek belav kir û silav li şervan û Pêşmergeyên ku dawî li DAIŞê anîn.

Serok Barzanî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku serkeftina li Kobaniyê serkeftineke dîrokî ye û wiha got:

"Di 11emîn salvegera têkşikandina terorîstan a li Kobaniyê de, em silavan li şervan û Pêşmergeyên qehreman dişînin ku bi piştgiriya Hevpeymanan (Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê) di berxwedaneke qehremanî de, rê nedan Kobanî bikeve destê terorîstên DAIŞê û serkeftineke mezin di dîroka gelê Kurd de tomar kirin."

Serok Barzanî her wiha teqez kir ku ew serkeftin "serkeftina tevahiya gelê Kurdistanê û serkeftina mirovahiyê ya li ser teror û tarîtiyê bû.

Di ser rizgarkirina Kobaniyê re 11 sal derbas bûn. Ev yek di demekê de ye ku bajarê Kobaniyê hefteyeke ji aliyê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin.

Hefteyek e li bajêr av, kareba, mazot û xwarin nîne û ji ber sermayê herî kêm 5 zarokan canê xwe ji dest da ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst