Helebçe (Rûdaw) – Lêkolînên zanistî yên kargeha ava bacana sor a Şarezûrê diyar dike, deşta Şarezûrê ji bo çandina şitlên bacana sor, cihekî gelek baş e.
Cotkarekî bi navê Mecîd Ebdulkerîm ji Rûdawê re ragihand, berhemên wan ên çandiniyê baş in, lê kesekî wernegirtine û ji wan re bûye zirar. Herwiha diyar kir, ku ew projeya ku li wir hatiye pêkanîn, ji bo wan sûdeke baş bûye. Ji xelkê wê derê gelek kes xwediyê erd û zeviyên xwe ne û hêvîdar in berhemên wan werin firotin.
Karegeha Ava Bacana Sor a Şarezûrê ji Îranê ava bacana sor tîne û li kargehê dixin qutîkan. Lê dixwazin di meha Tebaxê de bacanên sor ên wan bigihîjin û berhemên xwemalî amade bikin.
Pêwîstiya Herêma Kurdistanê salane bi 50 milyon qûtîkên ava bacana sor a 800 gram heye. Ew kargeh niha 20 milyon qûtîk berhem tînin û di meha Tebaxê de dê 35 milyoin qûtîk dê werin pêkanîn.
Rêveberê kargehê Kamaran Mihemed ji Rûdawê re axivî û got: “Kalîteya ava bacana sor a me gelek baş e, ji ber ku madeyên parastinê, em naxinê. Ev deşta Şarezûrê xakeke bepêt e û ev bacana sor a ku em berhem tînin, gelek baş e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse