Li Hewlêrê agir bi kargeha cîpsan ket

Duh li 08:22
Nîşan Hewlêr Kargeh Cîps
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Pîrzînê ya Hewlêrê agir bi kargeheke cîpsan ket.

Berdevkê Parastina Sivîlan a Hewlêrê ragihand ku zererên canî nînin lê destûra karkirinê ya kargehê nîne.

Berdevkê Berevaniya Şaristaniyê ya Hewlêrê Şaxewan Seîd îro li cihê bûyerê ji Nûçegihanê Rûdawê Peyam Serbest re axivî.

Şaxewan Seîd got, "Saet 05:48an em ji şewatê hatin agahdarkirin. 20 tîmên me ji bo vemirandina agir li vir in."

"Mercên selametiyê tê de tune bûn"

Şaxewan Seîd li ser zerer û sedema agir ev agahî dan:

"Li gorî zanyariyên me heta niha zerer tenê madî ne. Sedema şewatê bi temamî ne diyar e lê di kargehê de mercên selametiyê tune bûn."

"Destûra karkirinê tune bû"

Şaxewan Seîd li ser pirsa "Gelo çima nehatine agahdarkirin an destûra karkirinê hebû?" wiha got:

"Hişyarî ji xwediyê wê re çûye û ji ber nebûna mercan ceza jî li wî hatiye birîn lê destûra karkirinê ya kargehê tune bû."

Şaxewan Seîd destnîşan kir ku di kargehê de sîstema vemirandina agir û agahdarkirina pêşwext tune bûye.

"Dengekî bihêz hat"

Welatiyên ku şahidên bûyerê bûn, behsa kêliya destpêkirina şewatê kir.

Yekî ji wan got: "Me dît ku agir û dûman bilind bû û dengekî bihêz hat.

Dema em derketin derve me dît ku kargeh dişewite."

Şahidan li ser pirsa "Gelo kes di nav de bû?" jî got, "Dema guhertina şîfta karkeran bû, berê xelk hebû lê di wê demê de em nizanin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst