Li Xarpêtê kargehek şewitî, 16 karker bi jehrê ketin

16-12-2025
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Agir Kargeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi kargeheke îzolasyonê ket û di encamê de 16 karker bi jehrê ketin û karmendekî tîmên agirvemirandinê jî birîndar bû.

Bûyer li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Xarpêtê qewimî.

Ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin agir bi kargeha hilberîna kel û pelên îzolasyonê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

16 karker bi jehrê ketin

Karkerên kargehê ewil hewl da ku bi tupên agirvemirandinê midaxeleyî şewatê bikin.

Paşê bi alîkariya tîmên agirvemirandinê agir hat kontrolkirin û vemirandin.

Di dema xebatên vemirandina agir de karmendekî tîmên agirvemirandinê ji destê xwe birîndar bû.

Her wiha 16 karkerên ku dûmanê bandor li wan kiribû bi jehrê ketin.

Tîmên tenduristiyê di ambulansên li cihê bûyerê de midaxeleyî 16 karker û karmendê birîndar kir.

Hat diyarkirin ku di encama şewatê de zerereke mezin a madî gihiştiye kargehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst