Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê encamên dawî yên hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Îraqê pesend kirin.
Navenda Ragihandinê ya Dadgehê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Dadgeha Bilind a Federal îro bi serokatiya Dadwer Munzir Îbrahîm Husên û bi beşdariya hemû endaman civîneke girtî pêk anî.
Di civînê de encamên dawî yên hilbijartinên giştî yên gera 6emîn a Parlamentoya Îraqê yên sala 2025an hatin kontrolkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî lêkolîn û nirxandinan, dadgeh gihîştiye wê encamê ku pêvajoya dengdanê mercên destûrî û yasayî bi cih anîne û tiştekî ku zererê bide rastiya wê tune.
Biryar teqez e
Li ser vê yekê, li gorî Madeya 93yan a Destûra Îraqê, Dadgeha Federal biryara pesendkirina encamên dawî da.
Dadgehê destnîşan kir ku ev biryar teqez e û ji bo hemû desthilatan (yasadanîn, pêkanîn û daraz) pêbendker e.
Her wiha biryar hat dayîn ku her sê desthilatên dewletê ji encamê bên agahdarkirin.
Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Çiriya Paşîn a 2025an hatibûn kirin.
Roja yekem dengdana taybet û roja duyem jî dengdana giştî hatibû kirin.
Dabeşbûna kursiyan
Li gorî encamên dawî yên ku dadgehê pesend kirine hejmara kursiyên partiyan wiha ye:
Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşketinê: 46 kursî
Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê: 29 kursî
Tevgera Sadiqûnê: 27 kursî
Hevpeymaniya Teqedumê: 27 kursî
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 26 kursî
Hevpeymaniya Hêzên Dewleta Niştimanî: 18 kursî
Rêxistina Bedirê: 18 kursî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 15 kursî
Hevpeymaniya Ezmê: 15 kursî
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse