Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolînan a Piarê encamên rapirsiya xwe ya herî dawî eşkere kirin.
Li gorî encaman, Partiya Gel a Komarî (CHP) bûye partiya yekem û AK Partî jî ketiye rêza duyem.
Rapirsî di navbera 7-9ê Tîrmehê de li 26 bajaran bi beşdariya 3 hezar û 160 kesî hatiye pêkanîn.
Di rapirsiyê de pirsa, “Eger vê yekşemê hilbijartin bên kirin, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.
Li gorî bersivên beşdaran, rêjeya dengên partiyan wiha ye:
CHP: Ji sedî 32,5
AK Partî: Ji sedî 30,2
MHP: Ji sedî 8,6
DEM Partî: Ji sedî 7,7
Partiya Zaferê: Ji sedî 5,1
ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,6
Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3,8
Partiya Xwecihî û Neteweyî (Yerlî ve Mîllî): Ji sedî 1,5
Partiya Saadetê: Ji sedî 1,4
Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP): Ji sedî 1,2
DEVA: Ji sedî 0,8
Yên din: Ji sedî 2,6
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse