Hem bi ken û hem bi xem grevên birçîbûnê bidawî hatin

26-05-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Piştî peyama Ocalan, Leyla Guven û bi sedan kesên ku ketibûn grevê, dawî li greva xwe anîn.
Piştî peyama Ocalan, Leyla Guven û bi sedan kesên ku ketibûn grevê, dawî li greva xwe anîn.
Nîşan Tirkiye HDP Ocalan Grev Bakurê Kurdistanê Leyla Guven
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di serî de parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, 3 parlamenterên HDP'ê û 3 hezar û 500 girtiyên di greva birçîbûnê de dawî li çalakiya xwe anîn. Ji vê biryarê herî zêde dayikên girtiyan kêfxweş bûn. Lê dema ev biryar hate xwendin li ser rûyê wan hem ken û hem jî xemgînî hebû.

 

Li odeyeke avahiya HDP'ê ya Amedê hemû kes li ber şaşeya televîzyonê li benda ragihandina peyama rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in, daku grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Kesên ku bi bêdengiyeke mezin berê xwe didin televîzyonê, malbatên zindaniyên di greva birçîbûnê de ne.

 

Li ser peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê ku li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kiribû bi dawî bûn. Biryar bi nameya parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ku 200 roj bûn di greva birçîbûnê de bû, li Amedê hate ragihandin.

 

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê, Tayîp Temel ragihand: “Spas ji wan kesan re ku bi me bawer bûn. Yên ku hêviya xwe wenda nekirin. Di serî de ligel hemû êrîşan dayikên aştiyê ku qad bernedan. Ji hemû jinan re spasî û hezkirinên bêdawî dişînim. Hêvî ji serkeftinê bi qîmettir e. Me hêvî kir, em bi ser ketin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven.”

 

Piştî biryara bidawîkirina grevên birçîbûnê çavên herkesî li nexweşxaneyên bajêr bû.

 

Leyla Guven, 3 parlamenter û 18 kesên ku di malên xwe de di grevên birçîbûnê de bûn rakirin nexweşxaneyên taybet. Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de jî li nexweşxaneyên dewletê cih hate veqetandin.

 

Biryara bidawîkirina grevên birçîbûnê beriya her kesî dilê dayikên girtiyan hênik kir. Li ser rûyê wan hem ken û hem jî xemgînî hebû.

 

Dayikên çend girtiyan jî li ser peyama Ocalan û bidawîhatina grevan ji Rûdawê re axivîn.

 

Muşehîr Ulker, dayika girtiyekê ji Rûdawê re axivî û got: “Ez vê rojê ji serok apo, ji Leyla Guven, ji heta Hewlêrê û çar perçeyên Kurdistanê re pîroz û bimbarek dikim.”

 

Menfiye Boz got: “Em pir kêfxweş in. Ew zarokên me ji rojiya mirinê derketin. Di serî de tecrîda li ser Apo şikiya, em di serî de ji vê kêfxweş in.”

Ferîde Yildan jî dibêje: “Halê wan perîşan e. Em jî li hêviya xwedê ne, em dibêjin bila mizgîniya xêrê bîne. Înşela Apo jî serbest bikin, biçin û bên û ew jî ji vî halî xilas bibin.”

 

Kudret Eryilmaz diyar kir: “Bi izn û quweta xwedê zirar nede tu zarokê me û dilê tu dayikekî neşewite û zarokên me gihiştibin armanca xwe.”

 

Li tevahiya zindanan û derveyî zindanan bi giştî 3 hezar û 500 kes tevli grevên birçîbûnê bûn. Digel grevên birçîbûnê 30 girtî jî di rojiya mirinê de bûn. Grevên birçîbûnê bi dawî bûn lê daxwaza girtiyan û HDP'ê ew e ku diyaloga bi Ocalan re her berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst