ROJAVA - Heyva Sor a Kurdî banga alîkariyê dike

27-05-2020
RÛDAW
Heyva Sor a Kurd banga alîkariyê ji bo kampa Waşokanî kir
Heyva Sor a Kurd banga alîkariyê ji bo kampa Waşokanî kir
Nîşan Heyva Sor a Kurdî Kampa Waşokan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşokanî daxwaz ji rêxistinên mirovî yên tenduristiyê kir ku alîkariya wan bikin.

Heyva Sor a Kurd ragihand ku li Kampa Waşokanî ya koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî, pirsgirêkeke wan a cidî di warê tendirustiyê de heye, bi taybetî cihên taqîkirinên zanistî yên wan nînin ku bizanin ka çi nexweşî di nava kampê de hene.

Endama Rêveber a Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşokanî Cîhan Amir jî got, tevî ku zêdetirî 5 rêxistinan li wê kampê hene, lê ji ber nebûna taqîgehan ew ketine rewşeke xerab û ew niha rojane 9-10 nexweşan dişînin bajarê Hesekê ji bo ku testên pêwîst ji wan re bêne kirin.

Cîhan Amir herwiha  bang li rêxistinên mirovî kir dema navendên xwe di kampê de vekirin destekê bidin Heyva Sor a Kurdî û beşê taqîheê vekin.

Kampa Waşokanî di destpêka Mijdara 2019an de li bajarokê Tiwêna yê bajarê Hesekê hate avakirin. Di kampê de derdora 12 hezar koçber hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst