Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi boneya 49emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê got, ”Şoreşa Gulanê yek ji girîngtirîn qonaxên berxwedan û têkoşîna gelê Kurdistanê ye.”
Îro salvegera 49an a Şoreşa Gulanê ye.
Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir.
Serok Barzanî eşkere kir ku Şoreşa Gulanê ji bo hemû aliyan nîşan da ku îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê ti demê naşikê û berdewam dike.
"Zarokên gelê me berxwedan hilbijart"
Peyama Serok Barzanî wisa ye:
"Şoreşa Gulanê yek ji girîngtirîn qonaxên berxwedan û xebata gelê Kurdistanê ye ku berdewam û hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê ye.
Li rewşeke nebaş ya piştî şikestê û li koçberiyê û li jêr zext û guvaşên cûr bi cûr ê neyarên gelê Kurdistanê karî bi planeke hûr ya rêkxistî û leşkerî û bi îradeyeke bihêz Şoreşa Gulanê dest pê bike.
Di Şoreşa Gulanê da gelê me qurbaniyeke zêde da, gelek Pêşmergeyên qehreman canên xwe gorî Kurdistanê kirin.
Beşeke zêde yê zarok û gedeyên gelê me koçberî, xebat û berxwedan hilbijart.
Şoreşa Gulanê ji bo hemû aliyan nîşan da ku îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê ti demê naşikê û berdewam dike.
Li 49emîn salvegera Şoreşa Gulanê de, em silavê ji bo giyanê yekem şehîdê Şoreşa Gulan Şehîd Seyid Ebdula Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînîn.
Her wiha rûmeta me ji bo wan hemû têkoşer û Pêşmerge û wan niştimanperweran heye ku rola wan di Şoreşa Gulanê da hebû û şanazî ji bo gelê xwe tomar kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse