Berazan mala cotkarên Kurd li mîratê gerandiye

26-05-2025
RÛDAW
Nîşan Beraz Çandiniya Herêma Kurdistanê Cotkarên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberê Kar û Barên Teknîkî yê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Azad Nûrî eşkere kir ku hejmara berazan zêde bûye û ew li talanê cotkarên Kurd didin.

Li Herêma Kurdistanê bi taybetî li sînorê parêzgehên Silêmaniyê û Hewlêrê hejmara berazan zêde bûye.

Beraz zererê digihînin berhemên çandiniyê û baxçeyan cotkaran û mala wan li mîratê gerandiye. 

Cotkar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ji wan re çareseriyekê bibîne da ku berhemên wan ji ber berazan bên parastin.

Azad Nûrî ji Rûdawê re got, "Li deşta Herîrê ya parêzgeha Hewlêrê li Pênciwên û Pişderê û bi giştî li Silêmaniyê beraz zêde bûne û zererê digihînin berhemên çandiniyê yên cotkaran.

Beraz berheman bi awayekî ji kokê ve dixwin. Beşek ji cotkaran tedbîrên pêwîst wergirtine da ku berhemên xwe biparêzin.”

Cotkar: Beraz her tiştî tune dikin, nêçîra wan jî qedexe ye

Cotkarê ji Şarbajêra Silêmaniyê Resûl Qadir Emîn ji Rûdawê re got: "Em ji destê berazan ketine tengasiyê; zererê digihînin wan berhemên ku me çandine û tiştekî ji me re nahêlin.

Li hemû Şarbajêrê ev pirsgirêk heye û em hemû jî debara jiyana xwe li ser çandiniyê dikin lê belê ji zerer û ziyanê zêdetir em ti sûdê jê nabînin."

Li gor gotina Resûl Qadir, beraz hêjîr, zebeş, kelek, kalik, tû, heta genim û ceh jî dixwin tune dikin.

Em ji hikûmetê dixwazin ku çareseriyekê ji bo vê babetê bibîne.

Nêçîra wan jî qedexe ye û em bi pereyan tên cezakirin."

Birêveberê Ragihandina Polîsê Daristan û Jîngehê yê Herêma Kurdistanê Fuad Ehmed jî ji Rûdawê re axivî.

Fuad Ehmed got, "Li gorî yasayan û rênimayên jîngehê, her ajalek bibe sedema tunebûna berhemên çandiniyê, komîteyeke taybet ji polîs, Fermangeha Jîngehê û aliyên peywendîdar ên din pêk tê û ew bi awayekî taybet tên kuştin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst