Li Rihayê zarokekî 12 salî di Çemê Firatê de xeniqî

26-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Çemê Firatê Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zarokekî 12 salî ya ku bi malbata xwe re çûbû seyranê ket Çemê Firatê û tê de xeniqî.

Şeva borî li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê zarokê bi navê Mehmet Salih Yalma yê 12 salî ji bo xwe hênik bike ket nav Çemê Firatê lê piştre di nav avê de wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê çûn cihê bûyerê û kar û xebata lêgerîna wî zarokî hat destpêkirin. Piştî nêzîkî 4 demjimêran termê zarokê 12 salî hat dîtin.

Aliyên peywendîdar hişyarî dane ku ji bo bûyerên bi vî awayî di demsala havînê de zêde nebin divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst