Hewlêr (Rûdaw) - Parêzer Îbrahîm Şêxo got, “Gundên me di bin gef û qirkirinê de ne. Hikûmeta demkî nikare Kurdan û sivîlan biparêze, divê HSD û YPG xelkê me biparêzin.”
Til Eran û Til Hasil du ji bajarokên Kurdan in û derdora 20-22 kîlometreyan li başûrrojhilatê Helebê ne.
Lê niha li van her du bajarokên Kurdan hejmara Kurdan kêm bûye û tade û caresî li Kurdan tê kirin.
Parêzer Îbrahîm Şêxo jî ji Rûdawê re eşkere kir ku Li Til Eran û Til Hasilê rêjeya Kurdan gelekî kêm bûye û ciwan ji ber şkence û komkujiyê derketine.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 30ê Çiriya Paşîn a 2024an Til Eran û Til Hasil kontrol kiribûn lê piştî ku li Şamê hikûmeta nû hat ser hukim ji van bajarokan vekişiyabû.
Îbrahîm Şêxo amaje pê kir ku şêniyên Til Eran û Til Hasilê Kurd in, derdora wan Ereb in û ev jî bûye sedemek ku HSD vekişe.
“Kesên ku zilmê li Kurdan dikin nayên girtin”
Wî bal kişand neheqiyên ku li Kurdan tên kirin û got, “Niha jî Kurd li Til Eran û Til Hasilê rastî pirsgirêkên ewlehiyê tên. Kesên ku zilmê li Kurdan dikin nayên girtin.”
Parêzer Îbrahîm Şêxo da zanîn ku “Hikûmeta demkî nikare Kurdan û sivîlan biparêze” û li pey çû:
“Kurd jî wekî Elewî û Xiristiyanan dibin hedef. Dixwazin cih û warên Kurdan vala bikin.
Ez bawer nakim hikûmeta niha karibe karê xwe yê ewlehiyê bike.”
“Divê HSD û YPG xelkê me biparêzin”
Wî destnîşan kir ku komên çekdar tenê navê xwe diguherin lê tevgerên wan ji berê jî xerabtir in û biland:
“Komên çekdar tenê navên xwe guhertine lê tevgerên wan wekî berê ne û tewr xerabtir in jî.”
Îbrahîm Şêxo bal kişand ser metirsiyên li ser Kurdan û got, “Gundên me di bin gef û qirkirinê de ne, divê HSD û YPG xelkê me biparêzin.
Divê Rêveberiya Xweser karibe midaxele bike û xelkê xwe yê Kurd biparêze.”
Parêzer Îbrahîm herî dawî bi gotina “Divê hesabê gef û şkenceyê were xwestin” diyar kir ku divê sûcan li hemberî Kurdan bê lepirsîn nemînin û tawanbar hesêb bidin.
#VÎDEO - Parêzer Îbrahîm Şêxo: Li Til Eran û Til Hasilê rêjeya Kurdan gelekî kêm bûye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 26, 2025
🎙️ Îbrahîm Şêxo: Ciwan ji ber şkence û komkujiyê derketine
🎙️ Îbrahîm Şêxo: Şêniyên Til Eran û Til Hasilê Kurd in, derdora wan Ereb in
🎙️ Îbrahîm Şêxo: Niha jî Kurd li Til Eran û Til Hasilê… pic.twitter.com/lwXQJ0WrBB
Til Eran û Til Hasil
Til Eran û Til Hasil du ji bajarokên Kurdan in û derdora 20-22 kîlometreyan li başûrrojhilatê Helebê ne.
Li gorî amarên fermî, sala 2004an nifûsa Til Eranê 17,767 bû.
Lê bi sedema koça gelek şêniyên Helebê ya ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê, hejmara şêniyên wê gihiştiye 60,000 kesî.
27ê Tîrmeha 2013yan Til Eran û Til Hasil ketin ber êrişên DAIŞê û El Nusrayê.
Nêzên hikûmeta berê ya Sûriyeyê sala 2014an ew her du bajarok kontrol kirin û gelek xelkên wan girtin.
DAIŞê Cotmeha 2014an careke din êriş bire ser Til Eran û Til Hasilê û nêzîkî 40 sivîlî kuştin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 30ê Çiriya Paşîn a 2024an Til Eran û Til Hasil kontrol kirin.
HSD pişt re ji van her du bajarokan vekişiya û Til Eran û Til Hasil niha di bin kontrola hikûmeta nû ya Şamê de ne.
#VÎDEO - 2 bajarokên dûredest ên Kurdan... Hûn Til Eran û Til Hasilê nas dikin❓ pic.twitter.com/vlJS6sKoeT
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 26, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse