Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku ew bi biryar in şerê PKKyê bi dawî bikin.
Tunç li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê li ser pêvajoya çareseriyê û pêşhatên dawî axivî.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê da zanîn ku ti gumana wan ji serkeftina pêvajoya çareseriyê nîne û ew bi biryar in şer bi dawî bikin.
Tunç pesnê hewlên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî yên di pêvajoya çareseriyê de da û diyar kir ku eger pêvajo bi ser bikeve dê li seranserê welêt aramî çêbibe.
“Em dê Tirkiyeya Bêteror ava bikin”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê îdia kir ku AK Partî ji sala 2002yan ve ji bo bidawîkirina şer zemîneyê amade dike û domand:
"Bi izna Xwedê, di sedsala Tirkiyeyê de, Tirkiyeya Bêteror dê pêk were. Em dê Tirkiyeyekê ava bikin ku êdî teror tê de nebe.
Tirkiyeyek ku jin, zarok û ciwanên me bi aramî li paşerojê binêrin, bila ti gumana we ji vê nebe. 23 sal berê, zemîne ji bo Tirkiyeyeke Bêteror hat amadekirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse