Kalkan: Li pêşiya qonaxa duyemîn ti asteng nemane

12-11-2025
RÛDAW
Nîşan Duran Kalkan Pêvajoya Çareseriyê Abdullah Ocalan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Duran Kalkanê ku yek ji damezirînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ragihand ku li pêşiya qonaxa duyemîn a "pêvajoya çareseriyê" ti asteng nemane û got, “Pêvajo ne tercîh e, mecbûrî ye. Yan dê bi ser bikeve yan dê bi ser bikeve.”

Duran Kalkanê Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan li ser pêvajoya çareseriyê ji Medya Haberê re axivî.

Duran Kalkan da zanîn ku derbasbûna qonaxeke nû di rojevê de ye û got:

“Rêber Apo bi hişmendî, îrade û biryardariya xwe ev pêvajo bi pêş xist û gavên pratîkî avêt.

Wekî tevger, partiya me, kadroyên partiyê û hêzên gerîla pêwîstiya vê bangê bê kêmasî bi cih anîn û bi cih tînin.

"Li pêşiya qonaxa duyemîn ti asteng nemane"

Ev tê wê wateyê ku hişmendiyek û têgihiştineke stratejîk heye ku tê bicihanîn û wêrekî û biryardarî tê nîşandan.

Rêber Apo ev yek wekî gavên yekalî yên niyeta baş pênase kir. Qonaxa yekem a pêvajoyê jî bi vî rengî anî ziman.

Wekî rêbertî û tevger, me ev gav avêtin. Bi vî awayî, li pêşiya qonaxa duyemîn ti asteng nemane.

Qonaxa yekem, afirandina rewşa pratîkî û leşkerî ya ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn bû.

"Heta şert neyên guhertin pêvajo dê çawa berdewam bike?"

Duran Kalkan bal kişand ser şert û mercên Abdullah Ocalan û got:

“Agahiyên dawî yên ji hevdîtina Rêber Apo ya bi malbata xwe û şandeya DEM Partiyê re nîşan da ku derbarê rewşa Îmraliyê de guhertineke cuda çênebûye.

Tecrîda li ser Rêber Apo berdewam dike. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê û şert û mercên kar û jiyana wî ber bi azadiyê ve neguherin, dê aliyê Kurd pêvajoyê çawa bi rê ve bibe?

Pêwîst e hinek derfet hebin ku wan veguherînin têkoşîneke ji bo demokrasiyê. Lê ew di vê mijarê de pir giran tevdigerin. Piştre jî li bendê ne ku her tişt li gorî wan çêbibe. Wisa nabe.”

“Devlet Bahçelî berpirsiyarî girt ser xwe”

Kalkan li ser helwesta Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî got, “

Devlet Bahçelî gav avêt û berpirsiyarî girt ser xwe. Lê gotinên wî di pratîkê de bi cih nayên.

Tiştên ku AKP û rêveberiya wê jî dibêjin bi cih nayên. Wisa dibe, ew gotin li hewa dimînin.”

Kalkan qonaxa duyemîn a pêvajoyê wiha pênase kir:

“Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan, divê gavên pêwîst ên hiqûqî bên avêtin, divê qanûnên entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê bên derxistin.

Em ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin. Rêya vê di azadiya Kurdan re derbas dibe. Ev gotinên girîng bûn.”

"Yan dê bi ser bikeve yan dê bi ser bikeve"

Kalkan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew dê ji bo serkeftina pêvajoyê çi ji destê wan bê bikin û got:

“Yanî ev pêvajo ne pêvajoyeke tercîhê ye. Na, yek pêvajo ye. Yan dê bi ser bikeve yan dê bi ser bikeve.

Eger bi ser nekeve dê felaket bibe. Ji ber vê yekê em di vê mijarê de bi biryar in.

Ji bo serketina pêvajoyê jî çi pêwîst be em dê wê bikin. Em dê bi her awayî têkoşînê bimeşînin.

Êdî veger nîne. Yên ku li benda vegerê ne, xewn û xeyalan dibînin. Ew dê rastî neyîniyeke mezin bên.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst