Hewlêr (Rûdaw) - Deriyên sînorî û pirsa derbaskirina kelûpelan bi qaçaxî wiha kiriye ku hikûmet kar bike ji bo rêkxistina deriyên sînorî û kontrolkirina hinarde û hawirdekirinê. Parlementerekî Frakisyona Goran, li Parlementoya Kudistanê, dibêje: “Li Iraqê, derxistina kanzayan qedexe ye, lê Heşda Şeibî heta sînorê Kefrî, kanzayan tîne û ji bo her barekî 800 dolarî werdigire.”
Deriyên sînorî û pirsa biqaçaxanîn û birina berheman li deriyên sînorî, wiha kiriye ku hikûmet kar bike ji bo rêkxistina deriyên sînorî û kontrolkirina hinarde û hawirdekirinê, li xalên sînorî.
Ev pirs bûye mijareke sereke ya danûstandinan, di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Berê jî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kiriye, ku dest bi danîna sîstema elektironîk hatiye kirin, ji bo kontrolkirina hawirdekirinê û hinardekirinê li deriyên sînorî.
Endamê Frakisyona Goran li Parlementoya Kurdistanê Daban Mihemed, nîşanê bi wê yekê dide, ku “Qaçaxiya sînoran dike bibe karekî asayî.” Herwiha dibêje: “Li Iraqê, derxistina kanzayan qedexe ye, lê Heşda Şeibî heta sînorê Kefrê, kanzayan tîne û ji bo her barekî 800 dolarî werdigire.”
Biryar e hemû rêkarên gumrikî, ji destpêkirina derbasbûna barhilgiran ve, heta dawiya derketina wan, bi sîstema elektironîk bêne birêvebirin, ji bo ku bi hêsanî hemû corên tevgerên bazirganî bêne kontrolkirin û rê li ber karên neyasayî bê girtin.
Rêveberê Giştî yê Gumrika Herêma Kurdistanê Samal Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand: “Sê deriyên Başmax, Perwîzxan, Hacî Omeran û herdu firokexane bi sîstema elektironîk ve hatine girêdan. Biryar e Deriyê Îbrahîm Xelîl di demeke kurt a bê de, biserî bibe, rêveberiyên gumrikên din jî di bernameyê de ne, di qonaxeke din de sîstem jê re bê dabînkirin. Rêveberiya Çavdêriya Gumrikê heta niha nehatiye dirustkirin û di bernameyê de ye bê dirustkirin. Li hemû rêveberiyên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê ji bo çavdêrîkirina karên bazirganî, beşê taybet divê. Tiştê ku bi me ve girêdayî ye di nav sîstema gumrikî de, diyardeya qaçaxê nîne. Li derveyî sîstema gumrikî, em hewl didin wê diyardeyê çareser bikin.”
Piştî bernameyeke “Rûdawî Emro”, 21ê Tîrmeha 2020an, wezîrê darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryara vekirina Rêveberiya Çavdêriya Gumrikê ya ser bi Rêveberiya Giştî ya Gumrikê da.
Karê wê rêveberiyê, çavdêrîkirin û şopandina karûbarên deriyên sînorî û serpêçiyên gumrikî ye, herwiha çavdêriya wan berheman jî dike, ku hawirdeyî Herêma Kurdistanê dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse