Ehmed Şer: Ji bilî cudabûnê her tişt bi Kurdan re tê axaftin

26-08-2025
RÛDAW
Nîşan Ehmed Şer Sûriye Kurd Durzî Siwêda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer, mexdûriyetên Kurdan ên berê qebûl kirin û got, "Ji bilî cudabûnê hemû çareserî dikarin bên gotûbêjkirin."

Şer her wiha diyar kir ku ji bo Siwêdayê çareseriya leşkerî li ser maseyê nîne û anî zimên, "Federalîzm rêya ber bi parçebûnê ye, çareserî nenavendîtî ye."

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di civîna xwe ya bi nûnerên medyaya Ereban re de derbarê paşeroja welat peyamên girîng dan.

Li gorî nûçeya rojnameya "en-Nehar" a Kuweytê, Şer bi tundî li dijî bangên cudaxwaziyê yên li welat derket û tekez kir ku hewldanên bi vî rengî "dê tenê wekî xeyalekê bimînin."

Peyam ji Kurdan re: "Mafên we misoger in, ji bilî cudabûnê her tişt li ser maseyê ye"

Şer got, "Çareserî li gel Kurdan û xelkê Siwêdayê tenê di çarçoveya yekparçeyiya welat de pêkan e."

Serokê Sûriyeyê diyar kir ku siyaseta dewletê ne li ser bingeha "tolhildanê, li ser bingeha lêborînê" ye.

Şer her wiha bi gotina, "Ji bilî cudabûnê hemû çareserî li gel Kurdan û Siwêdayê tên nîqaşkirin" deriyê diyalogê vekirî hişt.

Şer qebûl kir ku di serdemên rejîmên berê de neheqî li Kurdan hatiye kirin û got:

"Li ser mexdûriyetên Kurdan ên di serdemên borî de lihevkirinek heye. Êdî mafên wan di nava yek welatî de misoger in."

Şer ji bo çareseriyê nexşerêyek jî pêşkêş kir û bi gotinên, "Hêzên çekdar dikarin tevlî artêşa Sûriyeyê bibin.

Ji bilî cudabûnê hemû çareserî dikarin li ser maseya muzakereyê bên nîqaşkirin" deriyê diyalogê vekirî hişt.

Rewşa Siwêdayê: "Çareserî ne leşkerî, dê li ser bingeha razîbûnê be"

Şer bal kişand ser aloziya li Siwêdayê jî û tekez kir ku destwerdaneke leşkerî dê nebe çareserî.

Şer her wiha got, "Pêwendiyên Siwêdayê yên bi Şamê re xurt in û di dema borî de hemû aliyan şaşitî kirine" û rêya çareseriyê wiha nîşan da:

"Çareserî ne leşkerî ye lê ew e ku rewş were aramkirin û di çarçoveya yekparçeyiya axa Sûriyeyê de bigihîjin encameke li ser bingeha razîbûnê."

"Ne federalîzm, nenavendîtî"

Ehmed Şer wekî bersivek ji bo daxwazên Kurdan û pêkhateyên din ên herêmî, nêrîna xwe ya li ser modela nû ya birêveberiya Sûriyeyê jî eşkere kir.

Şer diyar kir ku federalîzm ji aliyê gelê Sûriyeyê ve dikare wekî "rêya ber bi parçebûnê" were dîtin û wekî alternatîf wiha got:

"Li şûna federalîzmê, em dikarin nenavendîtiyê bi cih bînin ku di destûrê de cih digire û taybetmendiyên pêkhateyên civakî diparêze."

"Xeyala cudabûnê ji bilî xwînrijandinê ti encamê nade"

Serokê Sûriyeyê li hemberî hemû tevgerên cudaxwaz helwesteke teqez nîşan da û got:

"Divê her kes bizanibe ku xeyala cudabûnê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve tê redkirin, dibe sedema rijandina gelek xwînê û ti encameke erênî nade.

Ev ne biryara hindikahiyekê ye, biryara tevahiya gelê Sûriyeyê ye ku parçebûnê red dike."

“Ez ne ji Birayên Misilman im, min zerera herî mezin ji DAIŞê dît”

Şer diyar kir ku ew ne endamê cemaeta Birayên Misilman e û got ku "kesê ku zerera herî mezin ji DAIŞê dîtiye" ew bi xwe ye.

Ehmed Şer anî ziman ku hemû "îdeolojiyên neteweperest û îslamî" yên li herêmê têk çûne.

Pêwendiyên bi Îsraîlê re

Şer li ser pêwendiyên bi Îsraîlê re jî rawestiya û destnîşan kir ku ev yek "tenê bi vegerandina Golanê û bicihanîna peymana 1974an ve girêdayî ye" û "beriya vê yekê behskirina peymaneke aştiyê ne mijara gotûbêjê ye."

Siyaseta derve

Şer di giştiya axaftina xwe de diyar kir ku Sûriye di serdema nû de dê li ser bingeha "ne tolhildan, lêborînê" tevbigere û got ku ew ê bi Libnanê re pêwendiyeke li ser bingeha modela "win-win" ava bikin.

Şer her wiha anî ziman ku Sûriye dê bi bender û binesaziya xwe bibe navendeke girîng a bazirganî û transîtê li herêmê û dê ronesanseke aborî bijî.

Şer destwerdana di kar û barên navxweyî yên Libnanê de û fikra ku di navbera her du welatan de "çemekî ji agir" heye red kir û her wiha da zanîn ku ew helwesta Îraqê ya "siyasî û aborî" bi teqdîr pêşwazî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst