Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Sunî yên alîgirên hikûmetê gefa êrişkirina parêzgeha Siwêdayê ya ku piraniya şêniyên wê Durzî ne dixwin û dibêjin heke çekdarên Durzî dîlên wan bernedin ew dê her kesê li nav wê parêzgehê ‘bişewitînin’.
Rewangeheke şer jî ragihand ku di pevçûnên mezhebî yên dawî de zêdetirî hezar kesî hatine kuştin.
Çekdarekî girêdayî eşîrên Sunî yên Bedewî dema ku bi dehan kesên din re li ber deriyê parêzgeha Siwêdayê li bendê bû ji Rûdawê re got:
"Em dê tola xwe hilînin, girtiyên me, şehîdên me, kuştiyên me û jinên me li hundir in.”
Wan hewl dida ku ji bo ducare destpêkirina pevçûnan a bi çekdarên Durzî re bikevin parêzgehê lê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatin rawestandin ku ji bo pêkanîna agirbesta bi navbeynkariya Amerîkayê hatibûn bicihkirin.
Çekdarê eşîretê da zanîn ku pirsgirêka wan bi civaka Durzî re nîne, ji bilî Şêx Hîkmet El Hecarî.
Şêx Hîkmet El Hecarî rêberê ruhanî yê herî navdar ê Durziyan e ku li dijî Şamê serî hildaye û çekdarên wî ev çend roj in bi eşîrên Bedewiyan re di nav pevçûnan de ne.
“Em dê Siwêdayê bişewitînin”
Çekdarê hêrsbûyî yê ku îdia kir çekdarên Durzî dîlên Bedewiyan girtine got:
"Em dê Siwêdayê û her kesên tê de bişewitînin. Em rûmeta welat û rûmeta serok (Ehmed Şer) hildigirin. Em li benda gotinên serok in."
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), pevçûn di navbera çekdarên Durzî û komên eşîran de li Siwêdayê berdewam dikin û hejmara kuştiyan derketiye 1,017 kesan.
Serokê SOHRê Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re got ku di nav kuştiyan de 440 şêniyên Siwêdayê hene ku 104 ji wan sivîl in. Ji wan sivîlan 6 zarok û 16 jî jin bûn.
Her wiha 361 kesên din jî ji wezareta parastinê û hêzên Ewlekahiya Giştî yên girêdayî dewletê bûn ku di nav wan de 18 endamên eşîrên Bedewî û çekdarekî Lubnanî jî hebûn.
"Kes dê me nede sekinandin"
Çekdarekî din ê Bedewî li ber deriyê Siwêdayê ji Rûdawê re got ku nîgeraniya wî ya sereke endamên eşîra wî ne ku tê îdiakirin ji aliyê Durziyan ve li Siwêdayê wekî dîl hatine girtin.
Wî çekdarî got, "Em bi agirbestê re ne lê bi Xwedê kim heke ew agirbestê bin pê bikin, kes nikare me rawestîne, serok û wezîrê darayî jî di nav de.
Bila ew (hêzên dewleta Sûriyeyê) niha (ji Siwêdayê) vekişin û meseleyê ji eşîran re, ji gelê Sûriyeyê re bihêlin - ne ji Îsraîl, ne ji Amerîka û ne jî ji welatekî din re. Kes dê me nede sekinandin.”
Gelek çekdarên din ên li derdora wî hêrs bûn û banga tolhildanê kir.
Şer di navbera eşîrên Durzî û Bedewî de di 13ê Tîrmehê de derket û bû sedema krîzeke herêmî ji ber ku Îsraîlê ji bo piştgiriya Durziyan destwerdan kir û li gelek armancan xist, di nav de hêzên dewleta Sûriyeyê û êrişeke asmanî li ser avahiya wezareta parastinê ya li Şamê.
Agirbesta di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de ku bi navbeynkariya Washingtonê pêk hat, roja şemiyê ji aliyê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ve hat ragihandin.
Hikûmeta Sûriyeyê li Siwêdayê çend caran agirbest ragihandiye lê yek ji wan jî berdewam nekiriye.
Plana agirbestê ya dawî li gorî Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Hemze Mistefa ji sê qonaxan pêk tê:
- Bicihkirina destpêkê ya hêzên ewlehiya navxweyî ji bo kêmkirina pevçûnan û ewlehiya rêyên sereke
- Li pey wê vekirina korîdorên mirovî di navbera Dera û Siwêdayê de ji bo rêgirtina li derxistina sivîl û birîndaran
-Di dawiyê de, jinûveaktîvkirina gav bi gav a saziyên dewletê û vegerandina tam a qanûn û nîzamê.
Çekdarê bi navê Mistefa xerabûna rewşa ewlehiyê bi "destwerdana eşkere ya Îsraîlê" û vekişîna paşerojê ya hêzên ewlehiya Sûriyeyê wekî beşek ji navbeynkariya navneteweyî ve girê da.
Wî her wiha got, “Ev yek bûye sedema windakirina şiyana parastina nîzam û aramiyê li herêmê, bandor li şiyana berdewamkirina operasyonên mirovî û dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên xelkê sivîl kiriye.”
Di heman demê de, Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê "mîlîsên çekdar ên derqanûnî yên girêdayî Hîkmet El Hecarî," şêxê Durziyan bi rêgirtina li gihandina alîkariyan bo parêzgehê ji roja çarşemê ve tawanbar kir.
Li gorî wezaretê, tenê hejmareke sînordar a wesayîtên Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê destûr hatiye dayîn ku bikevin hundir.
Desthilatdarên nû yên Sûriyeyê yên ku di meha Kanûnê Pêşîn a 2024an de hikûmeta Beşar Esed rûxand, ji ber ku ji dema hatina ser desthilatê ve ji bo parastina kêmîneyan hindik kar kirine, rastî rexneyan tên.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) roja yekşemê ragihand ku pevçûnên dawî yên li Siwêdayê bûne sedema koçberbûna 128 hezar kesî.
Agirbest
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack derbarê agirbesta li Siwêdayê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Tom Barrack ji bo rawestandina şer û pevçûna bal kişand ser rêkeftinê û got:
"Pevçûnên ku dijwartir dibin, tenê bi rêkeftineke ji bo rawestandina tundûtûjiyê, parastina kesên bêguneh, rêdana gihandina alîkariyên mirovî û dûrketina ji metirsiyê dikarin bên kontrolkirin."
Barrack her wiha da zanîn ku aliyan ji bo agirbestê li hev kiriye û wiha pê de çû:
"Bi dema Şamê saet ji 17:00an ve hemû alî gihîştin agirbest û rawestandina pevçûnan."
Pêngava din a bingehîn a li ser rêya berfirehkirina tevlêbûnê û kêmkirina mayînde ya aloziyan, pevguhertina tevahî ya rehîne û girtiyan e ku amadekariyên wê yên lojîstîkî berdewam dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse