AMED - Serbijîşkê Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê îstifa kir

26-08-2025
RÛDAW
Nîşan Mehmet Ozel Ergîn Eronat Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serbijîşkê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargilê ya Amedê Mehmet Ozel û Alîkarê Birêvebirê Nexweşxaneyê Ergîn Eronat dest ji kar berda.

Beriya demekê nexweşxane bi mijarên îhale, paqijî û gendeliyê ketibû rojevê.

Serbijîşkê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazi Yaşargilê Mehmet Ozel îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got wî ji ber hinek sedeman  dest ji kar berdaye.

Ozel di peyama xwe de gotiye ew bi birêvebiriya nû bawer e ku dê xizmetên girîng pêşkêş bike û ji wan re serkeftin xwestiye.

Her wiha di heman demê de hatiye ragihandin ku Alîkarê Birêvebirê Nexweşxaneyê Ergîn Eronat jî dest ji kar berdaye.

Meha borî Birêvebirê Tenduristiyê yê Amedê hatibû guhertin û dest bi guhertinan kiribû.

Tê pêşbînîkirin ku di qada tenduristiyê de guhertin dê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst