Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li baregeha Qesrikê ya li gundewarê Til Temirê yê bakurê Hisîçayê, bi beşdariya balafirên şer ên Koalîsyonê, rahênaneke nû ya hevpar a bi guleyên rastî li dar xist.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ev rahênan di çarçoveya hewlên ji bo bilindkirina amadehiya şer û xurtkirina hevahengiya di navbera her du aliyan de hatiye kirin.
23yê Tebaxê li gundewarê Hesekê dengê teqînên li pey hev hatibûn bihîstin.
Li gorî SOHRê, ew teqîn ji ber rahênanên bi guleyên rastî yên hêzên HSD û Koalîsyonê yên li baregeha Qesrikê çêbûbûn û di heman demê de helîkopter jî li ser herêmê firiyabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse