Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Selaheddînê pêşwaziya Balyozê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevallier kir. Di civînê Serok Barzanî ji bo balyozê nû yê Fransayê serkeftin xwest û bal kişand ser peywendiyên dîrokî û dostanê yên di navbera gelê Herêma Kurdistanê û Fransayê.
Baregeha Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyek belavkir û tê de ragihand ku roja ekşem 26.09.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî bi Balyozê nû yê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevallier re hevdîtin pêk aniye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin di hevdîtina ku Konsolê Fransayê yê li Hewlêrê Olivier Decottignies jî amade bû, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Fransayê yê li Iraqê xwest û ji bilî balkişandina serdana Serok Macron ya ji bo Herêma Kurdistanê tekez li ser peywendiya dîrokî û dostaneya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir.
Herwiha di daxuyaniyê de ha diyarkirin ku Balyozê Fransayê wê yekê dûpatkir ku dostaniya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê babeteke neguhertî û herdemî ye.
Di daxuyaniyê de herdu aliyan bal kişandin ser hilbijartinên Iraqê yê di meha Cotmehê de bên kiri û hêvî kirin ku hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê bibê sedema pêkanîna aramî û guhertinên erênî ku li berjewendiya welatiyên Iraqê de be.
Di civînê de di derbarê mijara rewşa Singalê de jî herdu aliyan tekez li ser pêwîstiya asayîbûna rewşa Şingalê û vegerandina xelkê Şingalê ya ji bo navçeyên wan kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse