Li Amedê jin meşiyan: 'Em tundiyê qebûl nakin'

26-11-2025
Abdulselam Akinci
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan / Wêne: Rûdaw
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan / Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Xwenîşandan Tundî Jin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi boneya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan meşeke girseyî hat lidarxistin.

Daxwaza sereke ya jinan rawestandina tundiyê û bicihanîna yasayên rêgirtina li ber tundiyê bû.

Malbata Rojîn Kabaîşê jî di refên pêş ên meşê de cih girt û xwest ku dosyeya keça wan were ronîkirin.

Saziyên jinan, siyasetmedar, Dayîkên Aştiyê û ciwanan bi yek dengî tundiya li ser jinan şermezar kir û bangî rayedaran kir ku yasayan bi cih bînin da ku dawî li tundiyê bê.

Xwenîşanderekê got, "Bila jin xwedî li xwe derkevin. Heke jin xwedî li xwe dernekevin dê ev tundî berdewam bike. Divê em vê zîhniyeta mêran bişkînin."

"Bila hikûmet pişta mêran negire"

Xwenîşandera bi navê Emîne Balê jî bal kişand ser cezayên kêm û got:

"Mêr zalim in, divê jin hişyar bin û rabin ser xwe. Jin xwe nas nakin, bila xwe nas bikin.

Bila ev komkujî bi dawî bibin, êdî bes e.

Bila hikûmet jî pişta mêran negire. Em gilîdar in, bila cezayên giran li wan bibirin.

Heke cezayên giran bidin wan dê bitirsin. Mêr îro komkujiyê dikin, sibe tên berdan."

Tirkiye di rêza yekem de ye

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, li Tirkiyeyê ji sedî 38ê jinan rastî tundiyê tên.

Bi vê rêjeyê Tirkiye di warê tundiya li dijî jinan de di nav welatên Rêxistina Hevkariya Aborî û Geşepêdanê (OECD) de di rêza yekem de ye.

“Qirkirina jinan her ku diçe zêdetir dibe”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî beşdarî meşê bû û got:

"Ji ber ku Tirkiye ne welatekî demokratîk e, qirkirina jinan her ku diçe zêdetir dibe.

Yasayên ku hatine derxistin heta îro rê li ber mêran negirtiye, berevajî ew teşwîqî tundiyê kirine."

Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozerê jî got, "Wekî ku hemû cîhan dibîne, hemû jin îro li ser piyan e. Em tundî û zilma li ser jinan qebûl nakin."

Xwenîşander Ebdulxaliq Nergîz jî piştgiriya xwe ya ji bo jinan nîşanda da û got:

“Em wan kesên ku tundiyê li jinan dikin şermezar dikin. Em ne hevalên wan in, em li dijî wan in. Em her tim li pişta dayîkan e."

Meşa jinan bi daxuyaniyeke hevpar û bi hêviya ku sala bê tabloyeke ronaktir bibînin bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst