Hewlêr (Rûdaw) - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji ber pîsbûna hewayê û belavbûna înfluenzayê (grîp/şewb, zekem), li 17 parêzgehan dibistan û hinek sazî hatin girtin.
Ji roja şemiyê ve li dibistan û hinek ji saziyên Tehranê û hinek parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê betlane ye.
Welatî kalîteya nebaş a sotemenî û otomobîlan wekî sedema sereke ya pîsbûna hewayê dibînin.
Huseyniyê ku niştecihê Tehranê ye, li ser sedemên qirêjiya hewayê wiha got:
"Hem benzîna me ne standard e û hem jî otombîlên me. Ez wekî welatî neçar im tiştê ku heye bi kar bînim, ji ber ku bijardeyeke din nîne.
Em neçar in otombîlên ku li nav navxwe hatine çêkirin bi kar bînin, ji ber ku em nikarin otombîlên derve bi kar bînin. Ev jî qirêjiya hewayê zêdetir dike û kêm nake."
Li Urmiye û Loristanê jî betlane ye
Betlane li 17 parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatiye ragihandin.
Di nav van parêzgehan de Urmiye û Loristan jî hene.
Li Urmiyeyê ji ber pîsbûna hewayê û li Loristanê jî ji ber belavbûna înfluenzayê li dibistan û hinek saziyan betlane ye.
"Ji sînorê hişyariyê derketiye"
Serokê Beşa Nexweşiyên Veguhêz a Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Qubad Muradî jî hişyarî da û got:
"Înfluenza li welatê me, li hinek parêzgehan zêde die û li hinek parêzgehan jî ji sînorê hişyariyê derketiye.
Dibe ku heta mehek û nîv heta du mehên din jî bidome."
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, par li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 58 hezar û 975 kes ji ber pîsbûna hewayê û bandorên wê mirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse