Hewlêr (Rûdaw) – Dadgehê biryar da, ku Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd bi kefalet were azadkirin. Herwiha parlementerekî Kurdistanê jî aşkere kir: “Rabûn Meirûf hatiye berdan.”
Parêzerê Şasiwar Ebdulwahîd ku nexwest navê wî were aşkerekirin ji Rûdawê re ragihand: “Dadgehê bi kefaleta 10 milyon dînar (derdora 8 hezar dolar) biryara berdana Şasiwar Ebdulwahîd da. Ji bo bicihanîna rêkarên berdanê, niha em li Asayişa Giştî ya Silêmaniyê ne û em li bendê ne ku were azadkirin.”
Li gor daxuyaniya parêzerê Şasiwar Ebdulwahîd, dadgehê biryar daye ku heta saet 00:00 a îşev, Şasiwar Ebdulwahîd were berdan.
Herwiha Serokê Lijneya Mafê Mirovan a Parlementoya Kurdistanê Soran Umer ji Rûdawê re ragihand: “Parlementer û Berdevkê Nifşê Nû Rabûn Meirûf hate berdan.”
Di roja duyem a xwepêşandanên Silêmaniyê de Sasiwar Ebdulwahîd dema ku ji Brîtanyayê vedigeriya, li Firokexaneya Silêmaniyê hatibû desteserkirin.
Nivîsîn: Îlyas Aslanhan
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse