Hewlêr (Rûdaw) - Fraksiyona Nifşê Nû ji Rûdawê re ragihand ku dadgehkirina Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd heta 28ê vê mehê hatiye taloqkirin.
Şasiwar Ebdulwahîd 12ê vê mehê saet 22:00yan bi biryara dadwer hatibû desteserkirin.
Ew îro derket pêşberî dadgehê lê rûniştin heta 28ê vê mehê hat bipaşxistin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, ev cara yekem bû Şasiwar Ebdulwahîd li ser vê gilînameyê derketiye pêşberî dadgehê û bi kefaletê nehatiye berdan.
Di rûniştinê de Şasiwar Ebdulwahîd du parêzerên wî, gilîkar Şadî Newzada ku parlamentera berê ya Nifşê Nû ye û du parêzerên wê amade bûn.
Şasiwar Ebdulwahîd tohmet red kirin û daxwaz kir ku bi rêya sîmkarta ku pêwendî pê hatiye kirin, rastiya bûyerê bê eşkerekirin.
Fraksiyona Nifşê Nû di dema desteserkirina Şasiwar Ebdulwahîd de ragihandibû ku biryar "siyasî" ye û bi bangewaziya wî ya ji bo xwenîşandanan ve girêdayî ye.
Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan Dr. Muna Yaqû piştî desteserkirinê bi rojekê, li girtîgehê çû ziyareta Serokê Tevgera Nifşê Nû û ji Rûdawê re gotibû ku Şasiwar Ebdulwahîd teqez kiriye ku ew li ser "dozeke yasayî" hatiye desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse