Şasiwar Ebdulwahîd nexweş e? Dadgeha Silêmaniyê daxûyanî da

23-08-2025
RÛDAW
Nîşan Şasiwar Ebdulwahîd Nifşê Nû Dadgheha Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Silêmaniyê diyar kir ku eger tenduristiya Şasiwar Ebdulwahîd xirab bibe, dê ji bo nexweşxaneyê bê şandin.

Fraksiyona Nifşê Nû ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku tenduristiya Serokê Tevgerê Şaswar Ebdulwahîd li girtîgehê xirab bûye.

Berdevkê Dadgeha Silêmaniyê Selahedîn Hesen eşkere kir ku ew ji rewşê nehatine agahdarkirin lê eger tenduristiya girtiyekî xirab bibe, dê bijîşk wî bibîne yan jî dê ji bo nexweşxaneyê were veguhastin.

Fraksiyona Nifşê Nû ji Tora Rûdawê re got, "Rewşa tenduristiyê ya Şasiwar Ebdulwahîd xirab bûye."

Li gorî fraksiyonê, piştî demeke kurt dê malbata wî serdana wî bike ku niha li Girtîgeha Veguhastinê ya Silêmaniyê di girtîgehê de ye.

Berdevkê Dadgeha Silêmaniyê dadwer Selahedîn Hesen ji re got: "Em ji xirabûna rewşa tenduristiyê ya Şasiwar Ebdulwahîd nehatine agahdarkirin."

Berdevkê Dadgeha Silêmaniyê Selahedîn Hesen, "Çi Serokê Nifşê Nû be, çi girtiyekî din be, dema rewşa tenduristiya wî xirab bibe, yan dê ji bo nexweşxaneyê were şandin, yan jî dê bijîşkekî taybet jê re were dabînkirin."

Çavkaniyekê ji hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ji Rûdawê re got,"Dosyeya Şasiwar Ebdulwahîd li dadgehê ye û êdî pêwendiya wê bi hêzên ewlehiyê ve nemaye."

Şasiwar Ebdulwahîd 12ê Tebaxê saet di 22:00an de bi biryara dadwer hatibû girtin.

Serokê Nifşê Nû roja 21ê Tebaxê derketibû pêşberî dadwer lê rûniştin ji bo 28ê vê mehê hatibû bipaşxistin.

Fraksiyona Nifşê Nû di dema girtina Şaswar Ebdulwahîd de ragihandibû ku biryar "siyasî" ye û bi banga wî ya ji bo xwepêşandanan ve girêdayî ye.

Seroka Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan Dr. Muna Yaqû li girtîgehê serdana Şasiwar Ebdulwahîd kiribû û ji Rûdawê re gotibû, Şaswar Ebdulwahîd tekez kiriye ku ew li ser "dozeke yasayî" hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst