Ligel Renj - Sedema kêmbûna geştyarên Herêma Kurdistanê bo Bakurê Kurdistanê çi ye?

26-12-2022
RÛDAW
Ligel Renj - Sedema kêmbûna geştyarên Herêma Kurdistanê bo Bakurê Kurdistanê çi ye?
Ligel Renj - Sedema kêmbûna geştyarên Herêma Kurdistanê bo Bakurê Kurdistanê çi ye?
Nîşan Ligel Renj Mêrdîn Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mijara vê hefteyê ya bernameya Ligel Renj ev bû ku çima geştyarên Herêma Kurdistanê, bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Wan û Mêrdînê kêm tercîh dikin.

Li Bakurê Kurdistanê, Wan, Mêrdîn, Riha, Amed, Bedlîs, Çiyayê Nemrûd, Keleha Zerzevanê, Çiyayê Agiriyê, Geliyê Zîlan û çend cihên din hene ku geştyar serdana wan bikin.

Li gor amarên Yekitiya Ajansên Geştyariyê ya Wanê, di heşt mehên destpêkê yên îsal de 373 hezar û 533 geştyarên xwecihî û 417 hezar geştyar ji Iraq û Îranê serdana bajarê Wanê kirine, ku ji wê hejmarê 50 hezar geştyar ji Başûrê Kurdistanê çûne.

Piraniya geştyarên ku serdana Wana Bakurê Kurdistanê dikin, xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne. Li gor amarên Komeleya Otel û Geştyariyê ya Wanê, salane nêzîkî 800 hezar geştyar ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê serdana Wanê dikin.

Mezintirîn gola Kurdistanê li parêzgeha Wanê ye, ku rûberê wê 3 hezar û 713 kîlometre çargoşeye. Wan, xwedî çendîn rekorên geştyariyê ye. Lê piçekî pirsgirêka kêmaniya otelan heye.

Taştêya Wanê, sala 2014an bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan kete nav Pirtûka Guinnessê. Wanê ew rekor ji Amerîkayê wergirt, ku pêştir bi 18 hezar û 941 kesan yekem bû.

Bernameya “Ligel Renj” ku ji aliyê kesayetiyê naskirî yê Rûdaw TV Renc Sengawî ve tê pêşkêşkirin, vê carê li Wan û Mêrdînê bû. Di bernameyê de hat nîqaşkirin ku çima geştyarên Herêma Kurdistanê van bajaran kêm tercîh dikin.

Renc û tîma xwe li Wan û Mêrdînê li cihên cuda geriyan û ji welatiyan, esnaf û karsazên di sektora turîzmê da nêrînên wan wergirtin.

Mêvanên sereke yên bernameyê Cîgirê Serokê Yekîtiya Kompaniyên Geştiyarî yên Herêma Kurdistanê Eta Enwer, Serokê Lijneya Rêvebir a Herêma Rojhilatê Anadoluyê li Yekîtiya Ajansên Geştê yên Tirkiyê (TURSAB) Cevdet Ozgokçe, Serokê Yekîtiya Otêlvan û Geştyarî ya Wanê (VANOTED) Yunus Yuksel û Serokê Federasyona Cîhana Kar û Pîşesazî ya Rojhilat (DOGUSÎFED) Muslum Erbay di vê mijarê de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Mêvanên bernameya Ligel Renj

Kesên ku bûn mêvanên bernameyê diyar kirin ku geştyarên ji Herêma Kurdistanê bo mebesta seferê diçin, di derbarê bajarên Bakurê Kurdistanê bi taybetî Wanê de xwedî agahî nînin.

Ji Herêma Kurdistanê 50 hezar geştiyaran serdana Wanê kirin

Serokê Yekitiya Kompanyayên Geştyariyê ya Wanê Cevdet Ozgokçe diyar kir ku beriya belavbûna vîrusa koronayê wan wek kompanyayên geştyarî yên Wanê ji bo bihêzkirina peywendiyaan ligel Herêma Kurdistanê serdana Duhokê kirine.

Ozgokçe got: “Em dixwazin geşyarên Herêma Kurdistanê û Iraqê bên Wanê. Bajarekî me ji aliyê geştyariyê ve dewlemend e. Li vir bihayê otêl, xwarin, vexwarin û çûnûhatinê li gorî bajarên din ên Tirkiyê erzantir e.”

Ozgokçe amaje bi wê yekê kir piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê di her demsalî ji aliyê geştiyarî ve derfetên xwe hene û got: “Wan, Mêrdîn, Riha, Amed, Bedlîs, Çaldiran, Çiyayê Agiriyê, Geliyê Zîlan û bi dehan herêmên din ên me cihên geştiyariyê yên ku havînê hênik in û zivistanê jî xweş in hene. Em dixwazin gelê Kurdistanê Wanê bibînin ku deryayeke wê ya xweş heye û ava wê ji gelek nexweşiyan re şîfa ye.”

 

Ozgokçe diyar kir ku ji bo xurtkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re û ji bo geştyar karibin serdana her du aliyan bikin, bi kompaniyên geştyariyê re dixebitin û wiha pê de çû: “Li gorî amarên Yekîtiya Ajansên Geştûguzariya Wanê, di 8 mehên destpêkê yên sala 2022an de 373 hezar û 533 geştyarên navxweyî û 417 hezar geştyar ji Îran û Iraqê serdana Wanê kirine ku 50 hezar ji wan ji Herêma Kurdistanê hatine.”

Serokê Yekitiya Kompanyayên Geştyariyê ya Wanê Cevdet Ozgokçe herwiha got: “Ev hejmara geşyaran ji bo bajarekî wek Wanê pir kêm e. Em plan dikin ku hejmara geştyaran bigihêje 1,5 milyonî û pêwîst e hejmara geştyarên ku ji Herêma Kurdistanê tên Wanê em hêj zêdetir bikin.”

Li Wanê danasîna cihên geştyarî

 

Serokê Yekîtiya Otêlvan û Geştyarî ya Wanê (VANOTED) Yunus Yuksel jî diyar kir ku gelê Herêma Kurdistanê Wanê û cihên geşyarî yên bajêr baş nas nakin û got: “Ji Iraq û Herêma Kurdistanê kêm geştyar tên bajarê me. Salane kêm zêde 800 hezar geşyar ji Îranê tên Wanê. Herwiha em dixwazin xelkê Herêma Kurdistanê bajarê me nas bikin û serdana vê derê bikin.”

Yuksel diyar kir ku piştî şewba vîrûsa koronayê gelek geştyarên kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê serdana Wanê kirine û got: “Îsal kesên ku ji Herêma Kurdistanê hatin bi otomobîlên xwe hatin. Rêya nû ya ku ji Zaxo ber bi Wanê ve tê çêkirin tê plankirin ku di sala 2023an de were vekirin û piştî vebibe rê dibe saet.”

Li Wanê pirsgirêka ziman nîne

Di beşeke din a axaftina xwe de Yukser bal kişand li ser ziman ku li Wanê dê ji bo geştyarên ji Herêma Kurdistanê nebe pirsgirêk ji ber ku zimanê tê bikaranîn Kurdî ye û got: “Piraniya xelkê Herêma Kurdistanê navê Wanê bihîstine û dizanin ku bajarekî Kurdan e, lê potansiyela geştiyariyê ya bajêr nizanin. Loma jî piraniya wan serdana Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê dikin. Lê li wir pirsgirêka ziman heye, li vir nîne, em bira û xwişkên hev in û ji bo wan ev der aramtir û ewletir e.”

Yuksel, da zanîn ku geştiyarên diçin Wanê tenê bi keştiyan dikarin ji dîmena behrê û xwezaya xweş sûd werbigirin û li 5 parêzgeh û navçeyên din jî bigerin û diyar kir ku Wanê bi gelek tamên xwe yên cuda bajarekî navdar e û got: “Geştyar di ser Behra Wanê re dikarin herin gelek deverên wek Bedlîs, Elcewaz, Erdîş, Tetwanê. Ji xeynî cihên geştyarî, Wanê bi berhemên xwe yên şîr navdar e. Penîrê Wanê yek ji penîrên herî navdar ên cîhanê ye. Min serdana Herêma Kurdistanê kir û li wir gelekî populer e. Em dikarin zêdetir bixebitin da ku mirov ji van berheman sûd werbigire. Her dîsa otêlên herî erzan ên Tirkiyê li Wanê ne. Hin geştyar ji Herêma Kurdistanê ji bo dermankirinê tên Wanê. Li vir nexweşxaneyên pir baş hene. Şîreta min ji gelê Kurdistanê re ew e ku bi otomobîlên xwe bên. Bi vî awayî ew dikarin bajarên din jî bibînin.”

Wan paytexta roj û şaristaniyan e

 

Serokê Federasyona Cîhana Kar û Pîşesazî ya Rojhilat Muslum Erbay jî got: “Wan paytexta roj, dîrok û şaristaniyê ye, bajarekî mêvanperwer e. Bedewiya vî bajarî bêhempa ye û dema hûn werin vir, hûn dê bibînin ku ji Îzmîr û Antalyayê ne cudatir e.”

Muslum Erbay dibêje: “Eger hûn vîdeoyek li ser xwezaya Wanê çênekin û navê wê nebêjin kes fêhm nake ku ev bajarê xweş Wan e. Taybetmendiyeke din a vî bajarî jî ew e ku Kurd ji ku derê bên jî li vir xwe wek biyanî nabînin.”

Erbay pêşniyarên xwe li kesên li Hewlêr û Silêmaniyê kir ku ew Wan, Kelha Wanê, Girava Axdamarê û cihên din ên xweş bibînin û got: “Sedema kêmbûna geştyaran ji Kurdistanê bo Wanê, nebûna geştên rasterast ji Hewlêr an Silêmaniyê bo Wanê ye. Ev mijarên bi hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ve girêdaye.”

Cîgirê Serokê Yekîtiya Kompaniyên Geştiyarî yên Herêma Kurdistanê Eta Enwer jî, diyar kir ku geştyaran di derbarê Wanê de zêde agahî nînin û nizanin ku ev der ji bo geştyaran cihekî çi qas balkêş e.

Eta Enwer got: “Me bi Serokê Yekitiya Kompanyayên Geştyariyê ya Wanê Cevdet Ozgokçe re li ser du torên geştyarî li hev kir. Em kompaniyên geştyarî vedixwînin cihên xwe yên geştyarî yên li başûr. Hin kompanyayên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê dê seferan bo Wanê û parêzgehên din ji bo pevguhertina geran saz bikin.”

Bi gotina Enwer yek ji pirsgirêkên Silêmaniyê nebûna geştên otobusan ênrasterast bo Wanê ye û wî got ji bo diyarkirina bernameya geştan wan bi xwediyên kompaniyan re axivîne.

Enwer herwiha got: “Ji bo ku têkiliyên xwe baş bikin em dê ji niha û pê ve wan vexwînin festîval û fûarên xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst