Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berf û qeşayê sibe dibistan hatin girtin.
Parêzgariyên her sê parêzgehan daxuyaniyên nivîskî belav kir û ragihand ku ji ber şertên neyînî yên hewayê perwerde hatiye rawestandin.
Amed
Parêzgariya Amedê ragihand ku li seranserê bajêr berf, qeşa û serma bandorê dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo ewlehiya xwendekar û welatiyan, sibe li hemû dibistanên fermî û taybet perwerde rojekê hatiye tatîlkirin.
Her wiha karmendên ducanî û astengdar ên di saziyên fermî de dixebitin jî dê sibe wekî destûra îdarî bên hesibandin.
Parêzgariyê hişyarî da şofêran ku lastîkên zivistanê bi kar bînin û li gorî tênimayên trafîkê tevbigerin.
Mêrdîn
Parêzgariya Mêrdînê jî daxuyand ku li seranserê bajêr berf dibare û metirsiya qeşayê heye.
Li gorî daxuyaniyê, sibe li Mêrdînê perwerde rojekê hatiye rawestandin.
Karmendên astengdar, ducanî û yên nexweşiyên wan ên kronîk hene dê wekî destûra îdarî bên hesibandin.
Wan
Li Wanê jî ji ber berf, qeşa û mijê biryara tatîlê hat dayîn.
Parêzgariya Wanê ragihand ku sibe li hemû dibistanên fermî û taybet perwerde hatiye tatîlkirin.
Li Wanê xeynî karmendên ducanî û astengdar, dê û bavên ku zarokên wan ên 0-6 salî hene jî dê wekî destûra îdarî bên hesibandin naçin ser kar.
Pêleke berf û baranê bajarên Bakurê Kurdistanê girtiye û ji ber berfê li Bakurê Kurdistanê rêyên hezar û 369 gundan hatin girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse