Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo bîranîna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê pirtûkxaneyek hat vekirin.
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Civakî ya "Bila Zarokên Gundan Bixwînin", li Dibistana Rasîm Ozdenorenê pirtûkxaneyek da çêkirin.
Bi merasîmekê navê Rojîn Kabaîşa 21 salî li pirtûkxaneyê hat kirin.
Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş, par 27ê Îlonê li Wanê winda bibû û 15ê Çiriya Pêşîn termê wê li qeraxa Gola Wanê hatibû dîtin.
"Hemû zarokên me dê sûdê werbigirin"
Birêvebirê Perwerdeya Navçeyê Kayahan Subaşi beşdarî merasîmê bû û diyar kir ku ev pirtûkxaneya 11emîn e ku komele li seranserê welêt vedike.
Kayahab Subaşi bi bîr anî ku par jî pirtûkxaneyek bi navê Narîn Guranê vekiribûn û got, "Hemû zarokên me dê ji pirtûkxaneyê sûdê wergirin."
Subaşi ji ber piştgiriya wan spasiya Serokê Komeleyê Sînan Ozbîlgî kir.
Bavê Rojînê spasiya beşdaran kir
Bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş jî di merasîmê de axivî û anî zimên ku ew kêfxweş e li bajêr ji bo bîranîna keça wî pirtûkxaneyek hatiye vekirin.
Nîzamettîn Kabaîş spasiya Parêzgar Murat Zorluoglu, birêvebirya komeleyê û her kesê ku piştgirî daye kir.
Piştî vekirinê beşdar li pirtûkxaneyê geriyan û xwendekaran pirtûk xwendin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse