AMED - Meşa ji bo Rojîn Kabaîşê: 'Bila DNAyên hatine dîtin werin eşkerekirin'

15-10-2025
RÛDAW
Nîşan Rojîn Kabaîş Amed Zelîha Taşkiran Saziya Bijîşkiya Dadî
A+ A-

Rûdaw (Rûdaw) - Ji bo ku mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin, li Qada Şêx Seîd a Amedê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Endama 'Komîsyonên Edaletê ji bo Rojîn Kabaîş' Zelîha Taşkiran di çalakiyê de axivî.

 Zelîha Taşkiranê got, “Hewl didan dosyaya lêpirsînê bi gotina ‘Rojînê xwe kuştiye’ bigirin.

Me, di nava salekê de ji bo ronîkirina her xaleke tarî, li kuçe û kolanan, li ser medyaya civakî û di her kêliya jiyanê de, li her dera ku em lê bûn, pirsa ‘Çi bi Rojînê bû?’ kir. Me Rojîn neda jibîrkirin.”

Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş 27ê Îlona 2024an piştî ku ji şevîmana ku lê dima derketibû winda bûbû û 15ê Çiriya Pêşîn a 2024an jî termê wê li peravê taxa Mollakasimê hatibû dîtin.

Lêpirsîna li ser mirina bi guman a Rojîn Kabaîş didome.

Jinên ku ji bo ronîkirina mirina bi guman a Rojîn Kabaîş li hev civiyan, li Qada Şêx Seîd a Amedê çalakiya rûniştinê kir û banga edaletê kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak Kuçuk û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl jî piştgirî da çalakiyê.

Endama Komîsyonên Edaletê ji bo Rojîn Kabaîş Zelîha Taşkiran got ku tevî ku salek di ser mirina Rojînê re derbas bûye jî di lêpirsînê de ti bipêşketin çênebûye.

"Rapora otopsiyê 28 rojan nehat parvekirin"

Taşkiranê diyar kir ku ew wekî Komîsyonên Edaletê ji bo Rojîn Kabaîş pêvajoya mirina bi guman a Rojînê gav bi gav dişopînin û got:

“Rojîna ku xwendekareke zanîngehê ya 21 salî bû, şeva 27ê Îlona 2024an ji Şevîmana KYKyê ya ku lê dima derket û careke din venegeriya.

Tam 18 roj lê geriya, termê wê 20 kîlometre dûrî cihê ku herî dawî lê hatibû dîtin, li beravên Gola Wanê, li berevajî herikînê hat dîtin.

Rapora otopsiyê 28 rojan hat rawestandin û ne bi parêzeran û ne jî bi malbatê re hat parvekirin.

Di otopsiya wê de DNAya du mêrên cuda li ser laşê wê hat dîtin, lê ev DNA yên kê ne û li kîjan beşa laşê wê ne, ev salek e nehatiye eşkerekirin.”

Taşkiranê anî zimên ku hewl hatiye dayîn dosyeya lêpirsînê bi gotina "Rojînê xwe kuştiye" bê girtin û wiha pê de çû:

“Me, di nava salekê de ji bo ronîkirina her xaleke tarî, li kuçe û kolanan, li ser medyaya civakî û di her kêliya jiyanê de, li her dera ku em lê bûn, pirsa ‘Çi li Rojînê bû?’ kir.

Me Rojîn neda jibîrkirin. Di encama vê têkoşîna me de, Saziya Bijîşkiya Dadî (ATK) rapora ku tê de agahiya cihê 2 nimûneyên DNAyê yên du mêrên cuda ku di otopsiya Rojînê de hatibûn dîtin, li dosyeyê zêde kir.

DNAyên du mêrên cuda li ser sîng û di hundirê vajînayê de hatine tespîtkirin.

Bi van delîlan re êdî kuştina Rojînê ne di wê astê de ye ku bi gotinên wekî ‘xwekuştin’ an ‘bûyereke bi guman’ bê jibîrkirin.

Berevajî vê, divê îhtimala êrişa zayendî bi awayekî bibandor bê lêkolînkirin.

"Saziya Bijîşkiya Dadî salekê agahiyan veşartiye"

Di sala borî de daraza mêran li şûna ku mafên jiyanê yên jinan biparêze, edaletê ji bo Rojînê pêk bîne û kujeran derxe holê, hewl da raya giştî bêdeng bike.

Ji raporên bijîşkiya dadî bigirin heta dîmenên kamerayan, ji sînyalên telefonê heta nimûneyên DNAyê gelek delîlên krîtîk yan ji raya giştî hatin veşartin yan jî bi awayekî nakok ji hinek komên medyayê re hatin ragihandin.

Li ber ronahiya bipêşketinên ku me bi têkoşîna xwe derxistine holê, divê niha bê tespîtkirin ka DNAyên 2 mêran ên ku li ser laşê Rojînê hatine dîtin ên kê ne û gumanbar bên desteserkirin.

Saziya Tiba Dadî neçar e ku eşkere bike ka DNAyên 2 mêran ên kê ne û vê yekê ji raya giştî re jî eşkere bike.

Bi gotina 'Xwe kuştiye' hewl dan ku kuştina Rojînê veşêrin, bi awayekî bêbingeh û hiqûqî biryara sînordarkirinê dan ser dosyeyê.

Bi dozgerê nû yê ku li dosyeyê hatibû wezîfedarkirin, ev biryara sînordarkirinê hinekî hatibû rakirin.

Me ji destpêkê ve gotibû ku ev biryara sînordarkirinê ya ku ti hinceteke wê ya şênber nîne, ne ji bo ewlehiya dosyeyê ye, ji bo veşartina rastiyan ji malbat û parêzeran e.

Bi zêdekirina rapora otopsiya Rojînê ya ji aliyê Saziya Bijîşkiya Dadî ve li dosyeyê, em hîn bûn ku dozger û Saziya Bijîşkiya Dadî salekê agahiyên di destê xwe de veşartine.

Ev reşkirina delîlan e, bi veşartina delîlan sûc hatiye kirin. Ev bi eşkereyî hevparbûna cinayeta jinekê ye.

Baroya Wanê û baroyên din di daxuyaniya xwe ya hevpar de ragihandin ku derbarê ATKyê de gilî hatiye kirin.

Em dê bibin şopdarên pêvajoyê. Ji bo pêkanîna edaleta Rojînê, em dê li hemû bajaran derkevin kolanan û têkoşîna xwe ya edaletê mezin bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst