Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji bo jinan şanoya bi navê “Jîn” hat lîstin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan de lîstika xwe ya bi navê “Jîn” pêşkêş kir.
Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve tên organîzekirin berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, lîstika "Jîn" li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat nîşandan.
Nêzîkî 250 jinan li lîstikê temaşe kir.
Lîstika “Jîn”ê ya ku behsa têkoşîna jinê û awayên serederiya bi şînê re dike rastî eleqeyeke mezin a jinan hat.
Temaşekeran car caran bi hestiyarî û car caran jî bi çepik û tilîliyên xwe li lîstikê temaşe kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse