Kesên Ahmet Eren kuştibûn hatin girtin

27-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê sê kesên ku di dema şelandina benzînxaneyekê de zarokê 15 salî Ahmet Eren kuştibûn, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li navçeya Qubînê ser parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, 24ê Çileya 2022ê benzînxaneyek hatibû şelandin û kurê xwediyê benzînxaneyê yê 15 salî ku dijî wan rawestiya bû hatibû kuştin.

Piştî temaşekirina dîmenên kamerayên benzînxaneyê, 3 kesên ku hatibûn benzînxaneyê bişelînin û Ahmet Eren kuştibûn ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin û 27ê Çileya 2022ê jî bi biryara dadgehê bo girtîgehê hatin şandin.

Li gor agahiyan di nav wan sê kesan de yek 17 salî ye û kesê rasterast bi çekê Ahmet Eren kuştiye jî navê wî Sabir Demirhan e.

Li gundê Aviskê yê Qubînê roja 24ê Çileya 2022ê, 3 kesan demjimêr 3:30ê şevê bi armanca şelandinê çûbûn benzînxaneyekê û bi çekê kurê xwediyê benzînxaneyê Ahmet Erenê 15 salî kuştibûn û du karkerên benzînxaneyê jî ji dest û lingên wan girê dabûn. Piştre her sê kesan pereyên di qaseya benzînxaneyê de biribûn û reviya bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst