Pêleke berfê deverên çiyayî yên Efrînê dane ber xwe

27-01-2024
RÛDAW
Pêleke berfê deverên çiyayî yên Efrînê dane ber xwe
Pêleke berfê deverên çiyayî yên Efrînê dane ber xwe
Nîşan Efrîn Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê barîna berfê dest pê kir.

Li deverên çiyayî yên Efrînê  berf barî û pileya germayê jî daket.

Li hinek cihan stûriya berfê berfê ji 10 santîman derbas bû.

Herwiha di çûn û hatina hinek gundan de zehmetî çêbûn.

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rêyên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst