Platforma Parastin û Piştgiriya Bajar a Amedê: Divê ji bo Kobaniyê deriyê sînor bê vekirin

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Platforma Parastin û Piştgiriya Bajar a Amedê Kobanî Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Parastin û Piştgiriya Bajar a Amedê ku gelek rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî û komeleyan li xwe digire, derbarê rewşa mirovî ya li Kobaniyê civîneke çapemeniyê li dar xist hişyarî da ku karesateke mezin li ber derî ye.

Platformê di daxuyaniya xwe de ragihand ku krîza mirovî ya li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibe û dibe sedema felaketeke mezin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hefteyên dawî de ji ber pêla mezin a koçberiyê, hejmara niştecihên bajêr gihîştiye nêzîkî 500 hezar kesan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku binesaziya bajêr nikare vî barî hilgire û hat gotin:

“Di warê gihîştina penageh, xwarin, ava paqij û xizmetên tenduristiyê de krîzeke giran heye.”

Li gorî daxuyaniyê, sedema sereke ya vê koçberiyê, êrişên hêzên hikûmeta Sûriyeyê ne ku bi taybetî li herêmên Kurd lê dijîn zêde bûne.

Hat ragihandin ku armanckirina cihên sivîlan jiyan ne gengaz kiriye û bi sed hezaran kes neçar man ku berê xwe bidin Kobaniyê.

Astengiyên li ber alîkariyê

Platformê bi bîr xist ku li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di sê hefteyên dawî de li Sûriyeyê zêdetirî 100 hezar kesan ji cih û warên xwe bûne.

Platformê di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser zehmetiyên gihandina alîkariyê û hat gotin:

“Rewşa ewlehiyê, xalên kontrolê û zêdebûna hêzên leşkerî li ser rêyan, gihandina alîkariyên mirovî zehmet dike û ev yek krîza li Kobaniyê girantir dike.

Alîkariyên navneteweyî têrê nakin. Girtina Deriyê Sînorî yê Murşidpinarê ku rêya herî nêzîk û ewle ye, krîzê kûrtir dike.

Rêya Kilîs - Çobanbeyê ya ku tê pêşniyar kirin, hem ji aliyê ewlehiyê ve metirsîdar e û hem jî ji Kobaniyê dûr e.”

Kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin

Platforma Parastin û Piştgiriya Bajar a Amedê diyar kir ku 13 barhilgirên alîkariyê yên ku ji Tirkiyeyê hatine şandin, têra hewcedariyên bi sed hezaran kesan nakin û pêdiviyên lezgîn av, xwarin, betanî, nivîn û malzemeyên paqijiyê ne.

Platformê ragihand ku barhilgirên wan ên alîkariyê amade ne û heke destûr bê dayîn, dê demildest bigihîjin Kobaniyê.

Platformê her wiha ragihand ku wan bi fermî "Kampanyaya Alîkariya Mirovî ya Lezgîn ji bo Kobaniyê" daye destpêkirin û ev bang li rayedaran kirin:

- Divê Deriyê Sînorî yê Murşidpinarê demildest ji bo alîkariyên mirovî bê vekirin.

- Divê rê li ber rêxistinên civaka sivîl û torên piştevaniyê bê vekirin da ku alîkariyan bigihînin Kobaniyê.

- AFAD û saziyên fermî divê rasterast alîkariyê bişînin herêmê û bi civaka sivîl re hevkariyê bikin.

- Pêvajoya alîkariyê divê dûrî hesabên siyasî û bi şefafî bê birêvebirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Alîkariya mirovî ne bijarde ye, berpirsiyariyeke hiqûqî, wijdanî û mirovî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst