2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê

27-04-2025
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî HSD Şingal Serab Îlyas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin radestî Herêma Kurdistanê kir.

Birêvebira Giştî ya Kar û barên Jinên Êzidî ya Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Îraqê Serab Îlyasê, ji Rûdawê re ragihand ku du ciwanên Êzidî ku berê li Minbicê ji aliyê HSDyê ve hatibûn azadkirin, îro bi fermî li Deriyê Sînorî yê Rebîayê radestî Îstixbarata Îraqê hatine kirin.

Diyar Elî Refo di 23ê Çiriya Pêşîn a 2024an de û Osman Xeyro jî di 12ê Adara îsal de hatibûn azadkirin.

Serab Îlyas di pêvajoya radestkirinê de li ser sînor amade bû got: "Diyar Elî Refo ji Koçoyê ye û sala 2003yan hatiye dinyayê.

Osman Xeyro jî sala 2006an ji dayik bûye û ji gundê Werdiyê ye yê Gir Uzêr e.

Ev her du kes sala 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin."

Serab Îlyas amaje bi wê yekê jî kir ku niha malbata Diyar li Kampa Qadiyê ya li parêzgeha Dihokê ye û malbata Osman jî vegeriyane Şingalê.

Birêvebira Giştî ya Kar û barên Jinên Êzidî got,"Mixabin, di operasyon û bombebaranan de lingeke Diyar û desteke Osman jî hatiye qutkirin.

Îro her du kes li Deriyê Sînorî yê Rebîayê radestî malbatên xwe hatin kirin."

Li gorî Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên Revandî ya Herêma Kurdistanê, DAIŞê di Tebaxa 2014an de 6417 Kurdên Êzidî revandin û heta niha bi kêmanî 3585 kes ji wan hatine rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst