Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanê Kurd ê Êzidî Rewend Nayîf Hemîd ku beriya 11 salan di zarokatiya xwe de ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandi, li Sûriyeyê hat azadkirin û biryar e roja yekşemê vegere nava malbata xwe.
Li gorî zanyariyên çavkaniyeke Rûdawê, Rewend Nayîf Hemîd tevî 7 endamên malbata xwe ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û aqûbeta wan nedihat zanîn.
Rewend kesê yekem ê malbatê ye ku hatiye dîtin, heta niha çarenivîsa endamên din ê malbatê nediyar e.
Rewend xelkê Xanesorê yê Şingalê ye û niha temenê wî nêzîkî 18 salan e.
Di wê dema ku Rewend hat revandin 7 salî bû. Ew li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê hatiye rizgarkirin.
Çavkaniyeke Rûdawê da zanîn ku ev 20 roj in kar li ser dosyeya azadkirina wî tê kirin û nêzîkî heşt roj berê hatiye azadkirin.
Niha ew li Rojavayê Kurdistanê ye û biryar bû îro bihata vegerandin lê ji ber betlaneya fermî, vegera wî ji bo roja yekşemê hat bipaşxistin û dê bi rêya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê were vegerandin.
77 merivên Rewend ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin ku heta niha 38 kes ji wan hatine azadkirin. Heta niha 6 endamên malbata Rewend jî bêserûşûn in.
Li gorî amarên herî dawî yên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ku îro gihîştine destê Rûdawê, ji tevahiya 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî yên ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, heta niha 3 hezar û 587 kes hatine rizgarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse