Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew gelekî qîmetê didin pêwendiyên bi Urdinê re.
Nêçîrvan Barzanî îro li Emana paytexta Urdinê bi Şah Abdulah re civiya.
Di civîna Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê Şah Ebdulah Duyem de xurtkirina peywendiyan û hevkariya hevbeş a herdu aliyan hate gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Şah Ebdulah Duyem daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de, xurtkirina zêdetir a pêwendiyên Urdinê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, berfirehkirina hevkariyê di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de hatine gotûbêjkirin.
Her wiha dawî pêşhatên herêmî û navneteweyî yên cihê girîngiya her du aliyan de bîr û rayên anîn zimên.
Nêçîrvan Barzanî ji bo helwestên Şahîtiya Urdunê ya di piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê spasiyên xwe anî zimên.
Her wiha pêwendiyên dîrokî û dostaniya di navbera her du aliyan de bilind nirxand.
Li aliyê din, Şah Abdulah Duyem daxwaza welatê xwe ji bo xurtkirina pêwendiyan û hevkariya hevbeş bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dubare kir.
Her wiha tekezî li ser pabendiya Urdunê ji bo piştgiriya her gavekê kir ku dê ewlehî, aramî û pêşketinê ji bo gelên herêmê xurt bike.
Her du aliyan ji bo parastina aramî û aştiyê li herêmê tekezî li ser girîngiya hevahengiya hevbeş kir.
I’m honored to meet His Majesty King Abdullah II in Amman today.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) April 27, 2025
I thanked HM and the people of the Kingdom of Jordan for their warm welcome, gracious hospitality, and continued support for Iraq and the Kurdistan Region. We deeply value the strong and historic ties between… pic.twitter.com/SxwiviRmMS
"Ez spasiya Urdinê dikim"
Serokê Herêma Kurdistanê ji ser hesabê xwe yê Xê li ser civînê wiha got:
“Îro şanazî ye ku li Emanê min hevdîtinek bi Şah Abdulah Duyem re kir.
Min spasiya şah û xelkê Urdinê kir ji bo pêşwaziya wan a germ, mêvanperweriya wan a hêja û piştgiriya wan a berdewam a ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê.
Em jî gelekî qîmetê didin girêdanên xurt û dîrokî yên di navbera Urdin, Îraq û Herêma Kurdistanê û em soz didin ku em dê pêwendiyên xwe hîn xurttir bikin.”
#WÊNE - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Emana paytexta Urdinê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 27, 2025
🛑 Nêçîrvan Barzanî mêhvanê Şahê Urdinê Şah Ebdulahê Duyem e pic.twitter.com/VysWrY9Lf7
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse