Konsulê Urdinê yê Hewlêrê Fuad Mecalî ragihand, "Serdana Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Urdinê girîng û biratî ye. Di vê hevdîtinê de behsa pêwendiyên biratiyê yên di navbera Urdin û Îraqê de û şêwazên xurtkirina pêwendiyên di navbera Urdin û Herêma Kurdistana Îraqê de hat kirin.
Fuad Mecalî tevlî Bultena Bultena saet 17:00an a Rûdawê bû û li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Urdinê û pêşwazîkirina wî ya ji aliyê Şah Abdulah ve axivî.
Fuad Mecalî got: "Em li Şahînşahiya Urdinê di bin serokatiya Şah Abdulah de, dilxwaz in ji bo xurtkirina pêwendiyên çend alî li gel birayên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê. Ev serdan ji bo xurtkirina pêwendiyan e û ji bo ku bibe teşwîqker ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera Urdin û Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê di warên cuda de."
Wî her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku "Pêwendiyên me li gel Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê dîrokî, biratî û xurt in. Bi dilniyayî ev serdan girîng e ji bo xurtkirina van pêwendiyan."
Hevpeyvîna bi Fuad Mecalî re wiha ye:
Rûdaw: Bandora serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Urdinê û hevdîtina wî li gel Şah Abdulah Duyem li ser pêwendiyên navbera Urdin û Herêma Kurdistanê dê çawa be?
Fuad Mecalî: Spas ji bo mêhvandariya we. Îro Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Îraqê, serdana Şehînşahiya Urdinê kir û bi Şah Abdulah Duyem re hevdîtin kir. Xwedê wî biparêze. Ev serdaneke girîng û biratî ye. Di wê hevdîtinê de behsa pêwendiyên biratiyê yên di navbera Urdin û Îraqê de û rêyên xurtkirina pêwendiyên di navbera Urdin û Herêma Kurdistana Îraqê de hat kirin. Bi rastî, em li Şehînşahiya Urdinê di bin serokatiya Şah Abdulah de dilxwaz in ku pêwendiyên di çend waran de li gel birayên xwe li Îraq û Herêma Kurdistanê bihêz bikin. Ev serdan ji bo xurtkirina pêwendiyan e û ji bo teşwîqkirina xurtkirina pêwendiyên di navbera Urdin û Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê di warên cuda de ye.
Pêwendiyên me bi Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê re pêwendiyên dîrokî, biratiyê û xurt in. Bi dilniyayî ev serdan girîng e ji bo xurtkirina van pêwendiyan. Îro Serokê Herêma Kurdistanê bi Şah Abdulah re hevdîtin kir û paşê serdana Wezîrê Karên Derve kir û bi wî re civiya. Serdan biratî, baş û serkeftî bû li gorî hemû pîvanan.
Rûdaw: Guhertin li herêmê diqewimin û tê pêşbînîkirin ku dê biqewimin. Di bin siya vê rewşê de, hevdîtina Şahê Urdinê û Serokê Herêma Kurdistanê çiqas girîng e ji bo vê mijarê?
Fuad Mecalî: Wekî ku min got, hevdîtin biratî û girîng bû. Bi dilniyayî behsa çend dosyeyên herêmî hat kirin. Her wiha, gotûbêj li ser şêwazên xurtkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de hat kirin. Bi dilniyayî serdan girîng bû. Urdin û Herêma Kurdistanê her dem hevdîtinên xwe yên li asta bilind hebûne û di qonaxên cuda de pêwendî di navbera wan de hebûye. Ev serdan jî serdaneke girîng e û bi xwestina Xwedê dê bibe teşwîqker ji bo xurtkirina pêwendiyên zêdetir di navbera Urdin û Îraq û Herêma Kurdistanê de.
Rûdaw: Asta pêşveçûn û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de çawa ye?
Fuad Mecalî: Spas ji bo Xwedê, pêwendî li ser bingeha pêwendiyên dîrokî û biratiyê ne. Pêwendiyek e ku em dikarin bibêjin xurt û taybet e. Delîl jî serdana îro û serdan û hevdîtinên berê ne. Pêwendiyên me di warên cuda de xurt in. Pêwendiyên aborî, bazirganî, xwendin, tenduristî û civakî hene. Spas ji bo Xwedê, ez dikarim bibêjim ku pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de gelekî baş in û ev pêwendî li gorî ferman û serperiştiya rasterast a Şah Abdulah û Hikûmetên Urdinê ne. Her wiha, li vir jî bi serperîştiya rasterast a Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ne Mesrûr Barzanî de ne.
Rûdaw: Îsal em dê çi tiştê nû di pêwendiyên di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de bibînin?
Fuad Mecalî: Bi xwestina Xwedê, çavkanî her dem firehtir in di asoyê pêşvebirina pêwendiyan de. Di demên dawiyê de û bi taybetî bi kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, me gavên girîng avêtine ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de. Di warê tenduristiyê de pêwendî û çalakî hebûn ku bûn sedema geşbûna di wê kertê û pêwendiyên di navbera wan de. Her wiha, xebat di warê pêwendiyên xwendina bilind de hebû. Naskirina du alî ya zankoyan di navbera me de hat kirin ku ev derfetê ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê û Urdinê pêşkêş dike. Her wiha, pêşvebirina di pêwendiyên kertê çandiniyê de û avakirina şiyanên hevkariyê di navbera dezgehan de hebû. Ez bawer dikim ku divê em bêhtir girîngiyê bidin pêşvebirina bazirganî û pêwendiyên di navbera xwedîkar û hilberîneran de. Em berdewam in di avakirina pêwendiyan di wan waran de ku me li ser kar kiriye, me şopandina wan kiriye ji ber ku ev pêwendî di wê asta baş de di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de, hêjayî wê ne ku girîngî û pêşveçûn di pêwendiyên warê aborî de hebin. Her wiha, em dixwazin pêwendiyên civakî û çandî pêş bixin. Niha, hemû kes dilxwaz in ji bo van pêwendiyan, bi xwestina Xwedê di paşerojê de...
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse