Hewlêr (Rûdaw) – Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser bangî Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê kir û got, “Bilez bersivê bide rêkeftina ku di demên dawî de li ser pêvajoya ezmûnan a ji bo xwendekarên herêmê hatiye kirin.”
Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser îro li ser pêvajoya ezmûnên xwendekaran daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir.
Desteya Perwerdeyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Krîza Sûriyeyê ev bêhtirî deh salan e bandoreke neyînî li sektora perwerde û fêrkirinê kiriye.
Lewra pêvajoya fêrkirinê di encamê de rastî gelek pirsgirêkan hatiye û bandoreke derûnî li xwendekar û sermiyanen wan kiriye û rewşa neramiyê ji ber siberoja nediyar li cem wan gur kiriye.”
Desteyî di daxuyaniyê de amaje pê kir ku piştî îmzekirina rêkeftina di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de derfeteke nû ji bo sererastkirina rêbaza perwerdeyê hatiye pêşkêşkirin.
Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser bi giştî bal kişanda ser van mijaran:
“Krîza Sûriyeyê ev bêhtirî deh salan e bandoreke neyînî li sektora perwerde û fêrkirinê kiriye. Lewra pêvajoya fêrkirinê di encamê de rastî gelek pirsgirêkan hatiye û bandoreke derûnî li xwendekar û sermiyanen wan kiriye û rewşa neramiyê ji ber siberoja nediyar li cem wan gur kiriye.
Piştî rizgarkirina Sûriyeyê ji desthilata Beasê ya 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an û îmzekirina rêkeftina di navbera Serok Ehmed Şer û Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk General Mezlûm Ebdî de derfetek peyda bû ku rêgeha fêrkirinê were sererastkirin.
Yek ji babetên herî girîng û bipêşketî yên vê qonaxê, çareserkirina dosyaya pêvajoya ezmûnan a her du hevawemayên navîn û amadehiyê giştî bû, ji ber ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li sibeyroja xwendekarên xwe niqate ye û da ku keda wan a sala dirêj ên xwendinê biparêze û ji ber ku ev yeka erka me ya mirovî û exlaqî ye, Desteya Perwerdeyê bi Rêxistina UNICEF re têve danûstandin da û pêvajoya pêvajoya ezmûnan bi Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve hatiye girêdan hev.
Piştî dan û standina online û peyman û wergirtina nameyan, hevdîtineke zindî li Şamê di her du rojan 13-14ê nîsana 2025 an de di navbera şandeya Desteya Perwerde û Fêrkirinê û şandeya Wezaretê de pêk hat. Di civînê de li ser gelek xalên girîng hat lihevkirin, hin ji wan xalan li jêr tên rêzkirin:
Pêrabûnên tomarkirinê bên hêsankirin û maweyê wê bê dirêjkirin da hemû xwendekarên ku minhacên Şamê dixwînin bikarin xwe tomar bikin.
Rê ji xwendekaran bê dan ku ezmûnan li deverên xwe bikin da çûn û hatina bandorê li wan neke.
Avakirina komîteyeke hevbeş a demkî ji bo birêvebirina pêvajoya ezmûnan bi minhacên Şamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Pêvajoya perwerdeyê ya xwendekarên Rêveberiya Xweser ji bo sala xwendinê ya 2024-2025 wekî salên borî berdewam bibe.
Vê hevdîtinê hêviyên xwendekar û malbatan geş kirin û Desteya Perwerdeyê helwesteke nerm nîşan da û pabend bû ku bêyî bidesxistina rêkeftineke dadmend venegere. Piştî sazkirina belgeya hevbeş bi serpêrişiya UNICEFê, Desteyê amadebûna xwe ya yekser bo cibicîkirinê ragihand, lê Wezareta Perwerdeyê ev rêkeftin ji bo pesendkirinê bo aliyên siyasî yên bilind veguhast.
Lê tevî ku dem teng bûye herwiha ezmûn nêzîk bûne jî, heta niha tu bersiveke fermî ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve dernekettiye.
Loma em ji bo raya giştî radigehînin ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilata Sûriyeyê hemû hewlên xwe ji bo biserxistina pêvajoya ezmûnan kirine. Em ji Wezareta Perwerdeyê dixwazin ku bilez bersiva xwe li ser bendên rêkeftinê bide û ji bo misogerkirina pêvajoya ezmûnan û mafên xwendekaran gavên pêwîst bavêje.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse