Serok Mesûd Barzanî li ser birêveçûna Konfersna 100 Saliya Peymana Lozanê peyamek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li ser birêveçûna Konfersna 100 Saliya Peymana Lozanê peyamek belav kir û tê dibêje: “Bandor û karvedanên peymana Lozan li ser çarenivîsa gelê Kurdistanê nayê hejmarkirin û tijiye li karesat û bêbeşbûn û îhmalkirin û înkariyê. Ziyanmendê serekiyê vê peymanê jî gelê Kurdistanê bû.”
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê Konfersna 100 Saliya Peymana Lozanê tê sazkirin û di konferansên de Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar in.
Gotara Serok Mesûd Barzanî li yekem roja konferasnsê ji aliyê Şîfa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî hate xwendin.
Serok Barzanî dibêje: “Cihê xweşhaliyeke mezin e li vê gengeşeya dûr û dirêj û sedsaliya li navbera hikûmetên navçeyê û gelê Kurdistanê de dirust bûye, bi ti awayekî giriftan rengê nakokiya neteweyî negirtiye. Girifta serekiya gelê Kurdistanê di siyaseta şaş û serkutkarî û dîktatoriyetê de bûye.
Barzanî herwiha dibêje: “Ziyanmendê serekiyê vê peymanê jî gelê Kurdistanê bû. Ji ber ku mafên wê yên bingehîn nehat berçavgirtin.”
Ev jî naveroka gotara Serok Mesûd Barzanî ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan Nûner û Endamên Konfederasyona Revenda Kurdistanî
Mêvanên birêz!
Amadebûyên qedirgiran!
Gelek bixêrhatin!
Gelek spasî rêkxerên vê dîdara girîng dikim, amadebûna hejmarekî ber bi çav a kesayetiyên siyasî û revenda Kurdistanî û danustandina bîr û ramanan li ser rûdanekî dîrokî û li cîheke dîrokî, pêngavekî girîng û pêwîst e. Bi taybetî jî rûdaneke bandoreke mezin li ser çarenivîsa gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi cih hiştiye. Em di demek de li vir civiyane ku sed sal li ser rêkeftinnameya Lozan re derbas dibe.
Bandor û karvedanên rêkeftina Lozan li ser çarenivîsa gelê Kurdistanê nayê hejmarkirin û tijiye li karesat û bêbeşbûn û îhmalkirin û înkariyê. Ziyanmendê serekiyê vê peymanê jî gelê Kurdistanê bû. Ji ber ku mafên wê yên bingehîn nehat berçavgirtin û îradeya wî gelî nekirin ku hezaran sale rayên wê li ax û cografya navçeyê heye. Peymana Lozan di bîrdanka Kurd de herdem wateya zilm û bêbeşkirin û destpêka serdemekî tarî dide.
Di peymana Sevrî de ku sê sal berî wê peymana Lozanê di tebaxa 1920an hatibû mohrkirin, rêya wê yekê hebû Kurd bikarê bi mafê xwe yê serbixweyî şad bibê ku mafekî rewa û rehayê her neteweyeke lê belê li peymana Lozan ew hêviya Kurd hate kûştin û dijwarî ji bo wê hate danan. Di encamê de çarenivîsa gelê Kurdistanê bi çarenivîs û yasa û kilêşeyên wan dewletan ve hate girêdan ku bi ser wan de hate dabeşkirin.
Encam û bandorên peymana Lozanê, pêşketin û pêkvejiyan û tebayî ji bo gelên navçeyê pêkanî û bi taybetî ji bo gelê Kurdistanê bûye sedema sepandina rastiyeke netendirust û nesirûştî. Rastiya dirustkirî piştî Lozanê rewşeke ceosiyasî ya gelek aloz dirust kir û deriyê ji bo nearamiyekî dûr û dirêj li navçeyê vekir. Kêşana tixûbên nû û dabeşkirina Kurdistanê wiha kir her beşekî Kurdistanê taybetmendiya xwe werbigrê. Mixabin li hîç perçeyek mafên rewa yên Kurd nehate pejirandin û înkarî li hebûna wî kirin. Di encama wê siyaseta çewt a dewletên navçeyê, Kurd kete rewşa bergirîkirina li xwe û nasnameya xwe û gengeşeyeke dûr û dirêj destpêkir ku heta niha jî her berdewame. Di wê gengeşeyê de ne dewletan karîn gelê Kurdistanê ji nav bibin û ne Kurd jî karî wan dewletan birûxênê ku Kurd li ser wan dabeş bûye. Li vir zerermendê serekî gelên navçeyê û aştî û aramî bûn. Her wiha xwînekî zêde rijiya û dem û uzeyeke zêde jî bi vala çû.
Mixabin hemû ew dewletên ku Kurdistan li ser wan da hatibû dabeşkirin bi awayên cûrbicûr dest ji bo plana guherîna demografî û siyaseta înkarkirin û serkutkirin û bişaftina gelê Kurd kirin. Her wekî gotin gelê Kurd li beranber wê zulmê da bêdeng nebû û rêya şoreş û serhildan û nerazîbûna li cihên cûda cûdayên Kurdistanê li ber girt. Çarenivîsa vê beşa Kurdistanê jî ku bi dewleta Iraqê ve hatibû bestin, pir bû li karesat û trajediyê. Her wiha kar gihîşte wê yekê Hikûmetên Iraqê di sedsala bîstem de plana bişaftina gelê Kurdistanê li çarçêweya siyaseta te'rîb û veguhestin û enfal û kîmyabaran û jenosaydê bi cîh bikin.
Lê belê gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaza Kurd li beranber wê reftara dirindaneya rejîmên Iraqê xwe bi dest ve neda û wêrekane rûbirûyê siyaseta nemirovane û şoveniyaneya hikûmetên Iraq bû. Li gel wan hemûyan jî li Iraqê çav bi welatên din, derfeta rêkeftin û hewldana ji bo çareserkirina doza Kurd zêdetir bûye û tevgera rizgarîxwaziya Kurd li vê beşa Kurdistanê zêdetir geşiyê bi xwe ve dîtiye.
Ev rastiya netendirust sed sal e ku ziyanê û nearamiyê li pey xwe aniye ji me re dibêje divê her du alî (hem dewletên navçeyê û hem jî aliyên Kurdan) pêdaçûnê bi bername û stratejiyên xwe de bikin. Li şûna şer û aloziyê bîra çareseriyên demokratî û aştiyane bikin. Her bi vê pêgehê jî divê kêşeya her perçeyek li gor taybetmendiyên xwe û rewşa xwe ya li çarçêweya diyalog û amrazên aştiyane û demokratiyane bê çareser kirin.
Cihê xweşhaliyeke mezin e li vê gengeşeya dûr û dirêj û sedsaliya li navbera hikûmetên navçeyê û gelê Kurdistanê dirust bûye, bi ti awayekî giriftan rengê nakokiya neteweyî negirtiye û Kurd herdem li nav neteweyên navçeyê dost û hevsozê mezin hebûye. Girifta serekiya gelê Kurdistanê siyaseta şaş û serkutkarî û dîktatoriyetê da bûye neku netewe û gelên navçeyê. Ji bîra me neçê muamelekirina li gel encamên xerapên Lozanê û rastkirina şaşiyan tenê li ser milê gelê Kurdistanê nîne belku divê dewletên navçeyê û welatên zilhêz û ew welatên li hevkêşeyên nevdewletî bandora wan heye û her wiha rêxistinên nehikûmî û navendên akademî û civakî û çalakvanan û kesayetiyên cîhanî li dirustkirina çarçoweyekî aştiyane û demokratiyane û niyazpakane ji bo çareserkirina kêşeyan beşdar bin.
Revenda Kurdistanî li derveyê welat dikarin rolekî yekcar mezin li navendên siyasî û civakî û zanistî yên welatan de bibînin, ewe jî ber bi nasandina doza Kurd û gihandina rastiyan û bergirîkirina li mafên gelê Kurdistanê û peydakirina zêdetirîn dost û alîgiran li nav xelkê welatên din û kêmkirina encamên wê zulma dîrokî ku li Kurdistanê hatiye kirin. Bi piştrastiyê ve ewe erkêkî pîroze jî û bi cîhkirina wê erkê jî pêwîstî bi birayetî û hevbeşî û pêkveyî ya we hemûyane. Li vê erkê da pêwîste destberdarê berjewendiyên bertesk bin û Kurdistan li ser rûyê hemû berjewendiyekî din bibînin.
Hêvîdarim ev dîdara girîng encamên wê yên bi sûd hebê û rasparde û berçavrûniyê li ser çawayiya muamelekirina li gel bandor û encamên peymana Lozanê, bide hemû aliyek û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Gelek spas û bimînin di nav xêr û xweşiyê de.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse