Li Çewlîgê barhilgir û kamyonet li hev qelibîn

27-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê barhilgirek û kamyonetek li hev qelibîn û ji ber qezayê kesek mir.

Barhilgira bi plaqeya 27 ALR 35 ku şofêrê wê Lamî Demirbaş û kamyoneta sewze û fêkî barkirî ya bi plaqeya 62 AAC 295 ku şofêrê wê Ahmet Kaan bû, li ser rêya Çewlîg-Amedê li kîlometreya 26an li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî, cendirme û îtfaiyeya Şaredariya Gêncê çûn ciyê qezayê.

Ji şofêran Ahmet Kaan ê birîndar bibû canê xwe ji dest da.

Ekîbên îtfaiyeyê Lamî Demirbaşê di barhilgrê de asê mabû derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst