Mesrûr Barzanî: Em dê piştgiriya cotkaran bikin

27-05-2023
RÛDAW
Mesrûr Barzanî beşdarî di dirûna genim de kir
Mesrûr Barzanî beşdarî di dirûna genim de kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew dê li ser piştgirîkirina cotkarên Herêma Kurdistanê Kurdistanê berdewam in. Mesrûr Barzanî herwiha got ku ew guhertinên di pişka Herêma Kurdistanê ya di budceya Iraqê de hatine kirin, napakî û sitemkarî û pîlangêriye dijî Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê 27ê Gulana 2023yan serdana Deşta Ziraretî ya li parêzgeha Hewlêrê kir û ji nêzîk ve ji rewşa cotkaran pirsî û beşdarî di dirûna dexil û dan kir ku hevdeme li gel destpêkirina proseya wergirtina genimê cotkaran li Sayloyên Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî di civînekê de li gel gejmarek cotkarên deverê de tekez kir ew dê li ser piştgirîkirina cotkarên Herêma Kurdistanê Kurdistanê berdewam in û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû Hewlên xwe dide ku giringiyeke zêde bide kerta çandiniyê  û firotina berhemên cotkaran, bi awayekê ku êdî cotkar di xema firotina berhemên xwe de nebin.”

Barzanî bal kişande ser wê yekê ku , ew guhertinên ku di pişka Herêma Kurdistanê di budceya federalî de hatine kirin, napakî û sitemkarî û pêlangêrî ye li dijê Herêma Kurdistanê, lê ew dê bi hemû awayekê rûbirûyên wan pîlangêriyan bibin û nahêlin serbikeve.

Serokwezîrê Kurdistanê got: “Ya ku cihê dilgiraniyê ye ev destê navxwe ye ku di vê pîlangêriyê de beşdar e, û ji wê xerabtir ev e ku kêmkirina destkeftinên Herêma Kurdistanê weke destkeft bo xwe bizanin. Lê em we piştrast dikin ku ew hewla wan serkeftî nabe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst