Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Konseya Birêveber a KCKyê Besê Hozatê got, “Bi tenê Abdullah Ocalan dikare çekê ji destê gerîlayan derxe.”
Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat ji Medya Haberê re axivî û behsa pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê û biryarên kongreya PKKyê kir.
Besê Hozatê amaje bi destpêka pêvajoya çareseriyê kir û got:
"Piştî ku heyeta dewletê li Îmraliyê diyalog bi Rêber Apo re danî, Rêber Apo qîmet da vê yekê.
Bangên Devlet Bahçelî hebûn. Devlet Bahçelî aqlê dewletê îfade dike, polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî di xeta wî de tê meşandin.
Banga ji kesekî bi vî rengî ji aliyê Rêbertî ve girîng hate dîtin û bersiv da vê bangê.
Rêber Apo welatparêzekî mezin ê Tirkiye Kurdistanê ye. Li ser bingeha berjewendî û azadiya gelan, li ser bingeha demokrasiyê tevdigere.
Di vê mijarê de hesasiyeta wî gelekî bilind e lewma wî ev pêvajo nirxand û înîsiyatîfek afirand. Bang li tevgerê kir, tevgerê jî bersiveke erênî da vê bangê."
Li gorî gotina Besê Hozatê, Ocalan xwestiye PKK bikeve nava pêvajoyeke bingehîn a guherînê û di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya 12emîn a PKKyê li hev kom bû.
“Rêber Apo bi rê û rêbazên cuda tevlî kongreyê bû”
Hevseroka Konseya Birêveber a KCKyê behsa beşdariya Ocalan a di kongreyê jî de kir û got:
"Rêber Apo perspektîfên girîng da vê kongreyê. Ji xwe daxwaza me ya bingehîn a beriya kongreyê jî ev bû. Me gotibû, bêyî Rêber Apo em nikarin vê kongreyê bicivînin.
(Kongre) bi rê û rêbazên cuda bi tevlîbûna Rêber Apo pêk hat. Kongreyê li ser bingeha wan perspektîvan nîqaşên berfireh kir.
Biryara bingehîn a kongreyê fesixkirina PKKyê û bidawîkirina dema têkoşîna çekdarî bû.
Pratîkirina biryara fesixkirina PKKyê û rawestandina têkoşîna çekdarî tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye.
Bi wê yekê ve girêdayî ye ku Rêber Apo bibe xwedî şert û mercên kar û jiyana azad. Tenê bi vê yekê ew biryar dikarin bikevin pratîkê."
Hozatê bal kişand ser pêwîstiyên din ên pêvajoyê û wiha domand:
"Divê mafê siyaseta demokratîk bê naskirin û li ser vê bingehê guhertinên qanûnî û hiqûqî bêne kirin.
Ji bo wergirtina encaman jî divê destûra bingehîn a demokratîk, azadîparêz û wekheviya gelan misoger dike, nasnameya gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê misoger dike bê amadekirin."
“Bidawîkirina şerê çekdarî hatiye qebûlkirin”
Hevseroka Konseya Birêveber a KCKyê nîqaşên li ser radestkirina çekan jî rexne kir û got:
"Nîqaşên piştî kongreyê hatin kirin nîşan dide ku çiqasî necidî nêzî pêvajoyê dibin.
Biryara kongreyê şênber e; fesix û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hatiye qebûlkirin lê belê bicihanîna vê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, naskirina mafê siyaseta demokratîk û pêkanîna sererastkirina hiqûqî ve girêdayî ye.
Em bi şênberî dibêjin; ‘Tenê Rêber Apo dikare çekê ji destê şervanan bistîne.’
Ev yek jî tenê bi azadiya fîzîkî ya wî dibe. Têkoşîna çekdarî dê bidawî bibe lê belê wê siyaseta demokratîk bikeve şûna wê.
Ev kes wê siyaseta demokratîk bikin, wê civaka demokratîk bi rêxistin bikin. Divê rojev di vê mijarê de rast bê diyarkirin û nîqaşkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse