Bayram Bozyel: Rojayavê Kurdistanê nêzîkî azadiyê bûye

27-05-2025
Nalîn Hesen
Nalîn Hesen û Bayram Bozyel \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nalîn Hesen û Bayram Bozyel \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Bayram Bozyel Pêvajoya Çareseriyê Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel diyar kir ku îhtîmal heye Rojavayê Kurdistanê jî wekî Herêma Kurdistanê bigihê azadiyê.

Heyeteke PSKyê li Herêma Kurdistanê ye.

Bayram Bozyel serokatiya heyetê dike û heyetê çend hevdîtin bi aliyên siyasî re pêk anîne.

Bayram Bozyel bû mêvanê Bultena Nûrojê ya Rûdawê û li ser hevdîtinên xwe yên Herêma Kurdistanê bersiv da pirsên Nalîn Hesenê.

Serokê PSKyê eşkere kir ku ew bi derdorên siyasî re li ser pêvajoya aştiyê diaxivin.

Li gorî gotina Bayram Bozyel, bandora pêvajoya çareseriyê li ser hemû Rojhilata Navîn heye.

Serokê PSKyê diyar kir ku Hewlêr bûye navendeke girîng a dîplomasiyê lewra ew jî li Hewlêrê bi partiyên Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê re dicivin.

“Derfeteke girîng derket pêşiya Kurdan”

Serokê PSKyê behsa mijara hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê jî kir û got:

“Em tevlî Konferansa Peymana Cezayîrê bûn. Em bi partiyên siyasî re hevdîtinan dikin.

Li ser pêvajoya çareseriyê em fikrên xwe bi hevdû re parve dikin û em hewl didin nêrînên me nêzîkî hevdû bin. Paşeroja Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya civînên me ye.

Ev pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê pêk tên bandorê li her çar parçeyên Kurdistanê dike.

Hûn dizanin 8ê Kanûna Pêşîn a sala borî rejima Beşar Esed rûxiya.

Bi rûxina rejima Beşar Esed re derfeteke girîng derket pêşberî Kurdan ku li Rojavayê Kurdistanê bigihin mafên xwe û statuya xwe.

Bi van guhertinan re hûn dizanin hin di heman demê de hevdîtin hebûn. Birêz Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî li hevdû civiyan. “

“Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî girêdayî Rojavayê Kurdistanê ye”

Serokê PSKyê amaje bi pêvajoya çareseriyê jî kir û wiha domand:

“26 Nîsanê jî li Qamişloyê konferansek çêbû, ev gavên dîrokî ne.

Kurd divê çi bikin? Kurd dê li Sûriyeyê çawa rolê wergirin? Ev guherîn hêviyê dide her 4 parçeyên Kurdistanê jî.

Bi taybetî pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî girêdayî Rojavayê Kurdistanê ye.

Hewla PKKyê ya çekdanînê girêdayî rewşa Rojavayê Kurdistanê ye. Helbet girêdayî siyaseta Amerîka û Rojhilata Navîn e jî.

Ji ber ku PKK li pêşiya aramî û aştiya Rojavayê Kurdistanê asteng bû, heta ku PKK hebû midaxaleyî Rojavayê Kurdistanê dikirin.

Pêwendiyên wê bandora wê li ser HSDyê hebûn. Ev jî ji bo Tirkiyeyê dibû hincet ku di her derfetê de êrişî Rojavayê Kurdistanê bike.”

Armanca PKKyê ya çekdanînê bi Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye. Dîsa armanc ew e ku PKK bi hinceta PKKyê û terorê êrişî Rojavayê Kurdistanê neke.

"Pêwîst e hêzên Rojavayê Kurdistanê yekgirtî bin"

Em jî dibêjin û dixwazin Kurdên Rojavayê Kurdistanê nehêlin hêzên derve destêwerdanê di karên wan de bikin.

Pêwîst e ew tifaqa xwe çêkin û li ser daxwazên xwe yên hevbeş bi Sûriye û Tirkiyeyê re rûnin.

Dewletên pêwendîdar kî hebe bi wan re rûnin bi Amerîkayê re rûnin.

Em gelekî girîngiyê didin pêvajoya Rojavayê Kurdistanê.

Niha piştî Herêma Kurdistanê îhtimal heye gelê me li parçeyekî din ê Kurdistanê jî bigihê azadiya xwe.

Ji berê wê jî em gelekî girîngiyê didin Rojavayê Kurdistanê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst