Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê eşkere kir ku civîna bi Hevserokê Giştî yê MHPyê re di atmosfereke avaker de pêk hatiye.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari îro li Parlamentoya Tirkiyeyê bi Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî re civiya.
Li gorî zanyariyan civînê 40 xulekan berdewam kir.
Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê yê MHPyê Celal Adan û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz jî di hevdîtinê de amade bûn.
"Pirsgirêka Kurdan û rola parlamentoyê hat gotûbêjkirin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşketinên li Tirkiye û herêmê di hevdîtinê de hatine gotûbêjkirin û wiha hat gotin:
"Hevdîtina ku guherîna bîr û ramanan a berfireh tê de hat kirin di atmosfereke gelekî avaker de pêk hat.
Di hevdîtinê de her wiha, pêşketinên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Birêz Abdullah Ocalan re û biryarên kongreyê yên ku PKKyê 12ê Gulanê eşkere kiribûn hatin gotûbêjkirin."
“Rola parlamentoyê gelekî girîng e”
DEM Partiyê di berdewamiya daxuyaniyê jî de amaje bi rola parlamentoyê jî kir û wiha got:
"Gavên ku divê ji bo pêşveçûna pêvajoyê bên avêtin, rola ku dê parlamento wergire ser xwe, paketa nû ya dadê, komîsyona ku tê payîn ku li parlamentoyê bê avakirin û destûr wekî mijar hatin gotûbêjkirin.
Hat tekezîkirin ku avakirina komîsyoneke bi desthilata temam a di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de ku Bahçelî jî bang li avakirina wê kiriye û pejirandina rêbazekê ku dê pêk bîne ku partiyên siyasî bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin, xwedî girîngiyeke krîtîk e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse