Buldan: Êdî dema yekîtiya Kurdan hatiye

27-07-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Pervîn Buldan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd û got: "Hê jî ne dereng e. Êdî dema yekîtiya kurdan hatiye."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveya bernameya "Em HDPyî ne, li her derî ne" de li Kocaeliyê piştî hevdîtina bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re, tevli hevdîtina bi gel re bû.

Pervîn Buldan siyasetmedarên jin ên girtî silav kir û got: “Bila gelê me qet meraq neke, dê ev hevalên me yên rehîn hatine girtin di nêz de azad bibin.”

Buldan, amaje bi êrîşên li ser HDPê kir û bal kişand ser doza girtinê ya derbarê HDPê de, fezleke, lêpirsîn û doza Kobaniyê û got: “Dê gel nehêle ev partî bê girtin. Armanca wan, siyaseteke bê HDP'ê ye. Lê HDP li vê axê zexim zîl dayye, qurifandina wê ne pêkan e. Her ku ew êrîş dikin, em bêtir xurt dibin û wêrek dibin. Kesên dixwazin partiya me bigirin, bila werin Kocaeliyê û bibînin ku girtina wê ne pêkan e.”

Derbarê yekîtiya neteweyî ya Kurd de jî Hevseroka Giştî ya HDPê tekezî li ser avakirina vê yekîtiyê di navbera aliyên Kurdî de kir û destnîşan kir: “Helbet, yekîtiya kurdan girîng e. Ez careke din meseleya yekîtiya neteweyî destnîşan dikim. Divê çêbibe. Hêzên demokrasiyê jî divê xwedî helwesteke hevpar bin. Heger kurd yekîtiya xwe çêkiribûna, dê niha bi êrîşên nîjadperest nehatana kuştin. Dê ziman û nasnameya wan ev qasî nehatana qedexekirin. Hê jî ne dereng e. Êdî dema yekîtiya kurdan hatiye. Demildest divê gav bên avêtin.”

Pervîn Buldan, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku divê polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi dawî bibin, ji lew re tecrîd bandoreke pir neyînî li seranserê Tirkiyeyê kiriye.

Bûldan got: “Divê li tu girtîgehê tecrîd pêk neyê. Li dijî vê neheqiyê, divê em têkoşîna xw exurt bikin. Çawa em ji bo derketina Gergerlîoglû têkoşiyan, ji bo azadiya hevalên me yên din jî divê em bitêkoşin. Ji xeynî serketinê tu alternatîfek me tune ye. Di têkoşîna aştî û demokrasiyê de rêya me hemûyan vekirî be.”

Di merasimê de Hevserokê HDPê li Kocaeliyê Mehmet Selîm Akboga jî axavtinek kir û bi amajedan bi zext û zorên li ser HDPê got, zext û zorî çi dibin bila bibin ew xwe natewînin.

Parlementerê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu jî di merasimê de ragihand, desthilata niha ya li Tirkiyê dixwaze vîna gelê Kurd binpê bike, lê belê ew dê weke HDP rê nedin wê yekê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst