Nêçîrvan Barzanî beşdarî kongreya YNKyê bû: ‘Hêz û hebûna me di yekîtiyê de ye’

27-09-2023
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Nîşan YNK Kongre Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Silêmaniyê beşdarî Kongreya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bû.

Nêçîrvan Barzanî, li vê derê axaftinek pêşkêr kir û got, “Ez hêvîdar im ku encamên vên kongreyê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê baş bin.”

“Hêz û hebûna me tevan di yekîtiyê de ye”

Serokê Herêma Kurdistanê, bal kişand girîngiya yekîtiya Kurdan û got, “Hêz û hebûna me tevan di yekîtiyê de ye, berovajiyê vê yekê dê xisarê bide Herêma Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî, ji ber ku beşdarî kongreya YNKyê bûye kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:

“Ez kêfxweş im ku beşdarî kongreya YNKyê bûme, ez hemû endam û kadroyên YNKyê pîroz dikim.”

Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku YNK yadigara Mam Celal e û “Divê xebatên xwe li gorî rêzaba Mam Celal bidomîne.”

Nêçîrvan Barzanî got ku YNK û PDK du hêzên damezirênerên destkeftên Herêma Kurdistanê bûn û niha jî YNK hêzeke sereke ye di meydana siyasî ya Îraqê de.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê divê hemû alî hevdû qebûl bikin û bi hev re bixebitin.

“Divê aliyên siyasî nakokiyan bidin aliyekî”

Neçîrvan Barzanî da zanîn ku divê di nava partiyên Kurdan de yekîtî hebe û got:

“Divê aliyên siyasî nakokiyan bidin aliyekî û hemû bi hev re bi yekdengî li Bexdayê bin. Divê em hemû ji bo parastina Herêma Kurdistanê bixebitin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got, tevî hin kêmasiyan jî Herêma Kurdistanê li navçeyê ezmûneke baş nîşan daye û  bûye cihê girîngiyê.

Neçîrvan Barzanî herwiha bal kişand ser girîngiya hilbijartinan û got:

Divê hemû alî hewl bidin ku hilbijartin were kirin û dê hilbijartin Herêma Kurdistanê bihêz bike.

Eger Herêma Kurdistan bihêz be dikare rola xwe baştir bibîne û destkeftan biparêze.”

“Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike”

Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, li ser pêwendiyên bi Îraqê re jî wiha axivi:

“Gelekî baş e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Îraqê re gotûbêjan dike. Rast e pêşketin heye lê ji ber nehinartina petrolê û nedana mafên wê yên aborî Herêma Kurdistanê di rewşeke zehmet de ye.

Em dubare dibêjin ku Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkên bi Bexdayê re bi rêya diyalogê çareser bike. Nabe ku budce û mûçe wekî rehîneyên siyasî werin bikaranîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst