Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê, talankirina zeytûnên cotkarên Kurd û sepandina bacên giran li ser wan didomînin.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Bêlanê yê navçeya Bilbilê, fermandarên koma Ceyş El-Nuxbe dest daniye ser tevahiya berhema zeytûnên cotkarekî.
Li gorî SOHRê, berhema nêzîkî 900 darên zeytûnan ku dike derdora 250 torbe, di çarçoveya kampanyayeke sîstematîk a talankirina mal û milkên cotkaran de hatiye dizîn.
Bacên giran li Mabatayê
Her wiha li gundê Yaxurê yê navçeya Mabatayê ya Efrînê, "Birêvebiriya Aborî" bacên bi zorê ku digihîjin nîvê berhema zeytûnan li ser welatiyan sepandiye.
Komên çekdar di demsala îsal de dest danîne ser zêdetirî 400 torbeyên zeytûnan, ku ev yek wekî zêdebûneke eşkere di armanckirina cotkaran û talankirina çavkaniyên wan bi darê zorê de tê dîtin.
Ev kom ji dema ku bajarê Efrînê kontrol kirine, polîtîkayên xwe yên talankirin û sepandina bacên bi zorê li dijî welatiyên Kurd didomînin.
Ev yek nêzîkatiyeke sîstematîk ji bo kontrolkirina milk û çavkaniyên sereke yên debara xelkê nîşan dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse