Balafireke bi 100 rêwî nekarî li Hewlêrê dakeve

27-11-2018
RÛDAW
Ji rêwiyan hatiye xwestin ku bi taksiyê ji Bexdayê werin Hewlêrê
Ji rêwiyan hatiye xwestin ku bi taksiyê ji Bexdayê werin Hewlêrê
Nîşan Balafir Hewlêr Bexda Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirekê ji ber rewşa hewayê nekarî li Balfirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dakeve û bi neçarî li Balfirxaneya Bexdayê daket. Rêwiyên di nav balafirê de dibêjin ku ji wan tê xwestin ku bi taksiyê biçin Hewlêrê.

 

Rêwiyekî balafirê Ferîd Umer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Balafir îro di demjimêr 03:25ê de ji Stenbolê ber bi Hewlêrê bi rê ket, diviyabû demjimêr 06:10ê sibehê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bûya, lê dema em gihiştin esmanê Hewlêrê, karmendên balafirê em agahdar kirin ku esmanê Hewlêr mij e û nikarin dakevin, piştre rasterast ber bi Bexdayê bi rê ket.”

 

Ferîd Umer diyar kir ku di demjimêr 06:10ê de gihiştine Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û li wir daketine.

 

Li gor gotina Ferîd Umer, ji aliyê kompaniya Fly Baghdad ve hatine agahdarkirin ku bi taksiyê biçin Hewlêrê û got: “Dibêjin ji bo her rêwiyek em dê 50 dolar bidin, em jî razî nebûn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst