Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û got, “Ez ji hevparên me yên Amerîkî û navneteweyî dixwazim ku ji bo parastina binesaziya me ya medenî kel û pelên parastinê yên pêwîst dabîn bikin.”
Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kir û ji Hikûmeta Federal a Îraqê xwest ku “kiryarên êrişê bibîne û wan radestî dadgehê bike”.
Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman:
“Nabe ku rê bi terorîstan yan jî kesên ku li pişt êrişên îşev in were dayîn ku van tawanan dubare bikin, yan jî wekî berê bi kefalet werin berdan.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bangî hêzên Hevpeyman kir û wiha pê de çû:
"Ez ji hevparên me yên Amerîkî û navneteweyî dixwazim ku ji bo parastina binesaziya me ya medenî kel û pelên parastinê yên pêwîst dabîn bikin.
Her wiha di girtina rêkarên cidî de piştgirên me bin da ku rê li ber van êrişên li xelk û bipêşketinên me were girtin."
Şeva borî li nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin û agir bi depoyekê ket.
Li gorî Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê û şahidên li nav Qada Gazê ya Kormorê, di êrişê de zerera canî çênebûye.
Êrişa li Qada Gazê ya Kormorê bû sedem ku hilberîna karebayê ji 4 hezar megawattan dakeve hezar megawattî.
Ji ber vê yekê dayîna karebayê ya 24 demjimêrî daket 5 demjimêran.
“Terorîstên ku meaş ji Bexdayê distînin êriş kir”
Li aliyê din, Cîgirê Birêvebirê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
"Careke din, terorîstên hemîşeyî yên ku di nav lîsteya meaşan a hikûmeta federal de ne, êrişî Qada Gazê ya Kormorê kir ku ji bo me hestyar û girîng e.
Vê yekê kir ku karebaya taxên seranserî Herêma Kurdistanê were birîn."
Ezîz Ehmed her wiha da zanîn:
“Hinartina karebayê ya ji bo herêmên din ên Îraqê jî ku nêzîkî ji sedî 10ê tevahiya hilberîna karebaya welêt pêk tîne, bi temamî rawestiya.”
Ezîz Ehmed pirsî û got:
"Divê çend êrişên din rû bidin ku hikûmeta Amerîkayê rê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê sîstema parastina li dijî dronan bikire da ku em karibin asman û binesaziyên xwe yên girîng biparêzin?
Ne xema hikûmeta Îraqê ye."
#VÎDEO - Piştî ku êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin agir bi depoyekê ket#Kormor pic.twitter.com/PGfEShbXmD
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 26, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse